Îtxala zêran bo Kurdistanê 9 qat zêde bûyeNETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-29 16:04:10
Di heyama 6 mehên derbasbûyî de îtxala zêran bo Herêma Kurdistanê 9 hezar û 449 kîlo bilind bûye ku li gorî salên derbasbûyî nêzîkî 9 qat dike.
Di heyama 6 mehên derbasbûyî de îtxala zêran bo Herêma Kurdistanê 9 hezar û 449 kîlo bilind bûye ku li gorî salên derbasbûyî nêzîkî 9 qat dike.
Koma giştî ya buhayê wan 9 hezar û 449 kîlo zêr, gihîştiye 345 milyon û 257 hezar û 223 dolar ku ew jî nîşana bilindbûna rêjeya bikaranîna zêran e li Herêma Kurdistanê. Li gorî zêrfiroşan kesên ciwan û yên ku dizewicin, van zêran dikirin ku zêde giringiyê bi awayên nû didin ne wekî gencîneyek buhadar.
Serokê Beşa Hunerî ya Rêveberiya Kontrola Curê Zêr Îsmaîl Sabir wiha got, “Di heyama 6 mehên yekê yên sala 2010’an de, anîna zêran bo Herêma Kurdistanê bo 9 hezar û 449 kîloyan bilind bûye ku 9 hindeya sala berê ye”.
Li gorî axaftina hejmarek zêrfiroşan li Hewlêrê, zêdetirîn daxwazkirên zêran li vî bajarî hene ku ew kur û keçên dizewicin ji sedî 80-yê bikiran pêk tînin, ew bi taybet hez ji wan zêran dikin ku li welatên Kendav û Tirkiyeyê tên duristkirin.
Tê gotin ku 16 hezar û 580 kîlogram zêr di sala 2007’an de anîne Herêma Kurdistanê, ji wê 4 hezar û 886 kîlo vekolîn bo hatiye kirin, lewma rêjeya ji sedî 29.46 bo hundirê Herêma Kurdistanê bûye, ewên din zêdetir bo başûrê Iraqê bûye, sala 2008’an qasî 22 hezar û 904 kîlogram hatiye Herêma Kurdistanê lewma bi rêjeya ji sedî 38.14 bilind bûye, ji wê jî 12 hezar û 386 kîlogram bo Kurdistanê bûye.
Her wiha sala 2009’an qasî 982 kîlo hatiye Herêma Kurdistanê, lê 1 hezar û 192 kîlogram vekolîn bo hatiye kirin, di heyama 6 mehên derbasbûyî de qasî 9 hezar û 449 kîlogram hatiye herêmê, lewma ji sedî 57 zêdetir ji sala 2007’an bûye.
AKnews
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)