Destûr nehat dayin Konvoy vegeriyaNETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-29 11:29:35
Li navçeya hatay li Dortyola ku beriya çend rojan lê 4 polîsên tirk hatibûn kuştin tansiyon hê jî dom dike.
Li navçeya Hatayê li Dortyola ku beriya çend rojan lê 4 polîsên tirk hatibûn kuştin tansiyon hê jî dom dike.
SAET 15:00
Konvoya BDP ku ji Diyarbekirê bi rê ketibû û 50 wesaîtan pêk dihat li dor saet 13.00 gihîşt navçeya Dortyolê a hatayê.
Li vir konvoy ji alî polîs û cendirmeyan ve hate rawestandin. Li ser vê niqaşên tund di navbera BDpyîyan û rayadarên navçeyê ve rû dan.
Piştre serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş û şandeya pê re bi cigirê walî Omer Bedrettin Sagsuz û fermandarê cendirmeyan Vedat Colak û mudurê emniyetê Ragip Kilic re civiya.
Piştî civîna Demirtaş ji konvoyaê r eragihand ku ew gihîstina armanca xwe û daxwazê ji hevalên xwe kir da ku her kes vegere bajarê xwe.
Li ser vê şande bi tilîliyan ber bi bajarên xwe ve vegeriyan.
SAET 10.00
Piştî ku BDP-ê biryar da îro bi şandeyekê re serdana navçeyê bike, li Dortyolê jî ewleyiyên fireh hatin stendin. Ji bajarên cîran polîsên zêde hatin navçeyê.
Şandeya BDP-e bi serokatiya hevserokên wê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak îro bi 20 wesaîtan ber bi Dortyolê ve çûn.
Piştî ku BDPyî bi rê ketin waliyê Hatayê jî ragihand ku ê destûr nedin şandeya BDP-ê ku bikevin hundurê Dortyolê.
Li ser vê Demirtaş got ev li dijî hiqûqê ye. Nîyeta me tune ku em bi girseyeke mezin herin navçeyê. Helwesta walî û wezîr ne di cî de ye.
Ji aliyê din ve kurdan bersiva buyerên ku li Înegol û Dortyolê rû dabûn li Diyarbekir û û bajaraên din yên Kurdistanê dan.
Li Diyarbekirê piştî daxuyaniya çapemeniyê girseya gel û polîs bi hev ketin. Avayiya Ak partî ya Baglare bû armanca kokteylên molotof.
Li Navçeya Geverê bi hezaran kes bi boneya şermezarkirina lînckirinên li dijî kurdan yên li Înegola Bursayê û Dortyola Hatayê meşiyan. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxale li meşê kir. Pişti mudaxaleyê navçe vegeriya qada şer.
Li navçeya weranşar a Rihayê jî buyerên Înegol û Dortyolê hatin protesto kirin.
Tê ragihandin ku îro jî dê li hin bajarên wek Batman, Qers û Wanê protetso bêne li darxistin
- Yên pirr xwendî
- Yên şîrovekirî


ŞÎROVEYÊ LÊKE
DERXE SER KAXET (PRINT)