Barzanî pêşwazî li balyozê Swêdê kir
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-27 10:34:40


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî li balyozê Swêdê yê li Iraqê Nicholas Trovan û şandeya digel wî kir.


   NÛÇEYÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî li balyozê Swêdê yê li Iraqê Nicholas Trovan û şandeya digel wî kir.


Nicholas Trovan ji bo bidawîhatina karê xwe yê li Iraqê îro serdana serok Barzanî kir.


Di hevdîtinê de, Trovan ji bo wê piştgiriya di dema kar kirinê de lê kiriye spasiya serok Barzanî kir û hêvî xwest ku pêwendiyên navbera Herêm û Swêdê zêdetir pêş bikevê‌.


Nicholas Trovan diyar kir ku rewşa Herêma Kurdistanê di warê ewlehî û aboriyê de pêş ketiye û aşkere kir ku welatê wî dil heye konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê zêdetir pêş bixe da ku rola xwe di bihêzkirina pêwendiyan û pêkanîna projeyên hevbeş de baştir bilîze.


Her wiha Traovan balkişand li ser biryarekî hikûmeta xwe ku tu rêgiriyek li ber welatiyan nehîştiye ku serdana Herêma Kurdistanê bikin.


Serok Barzanî jî ji bo rola wî ya bo pêşxistina pêwendiyên navbera her du aliyan, spasiya Nicholas Trovan kir û di erka wî ya nû de hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.


Herwaha serok Barzanî kêfxweşiya Herêma Kurdistanê bi wê biryara hikûmeta Swêdê nîşan da.


Paşê pêşhatên siyasi yên Iraq û rewşa penaberên Kurdistanê li welatê Swêdê û serdanên fermî yên dawî yê serok Barzanî bo welatên derveyê welat hatin rojevê.

Pukmedia

ŞÎROVEYÊ LÊKE     DERXE SER KAXET (PRINT)
ŞÎROVE HEMÛ ŞÎROVE
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. M. Şefîq Oncu
  2. AZIZ ALIŞ
  3. Hamid Omerî
  4. Abdullah Deveci
  5. BAWER KEVIR
  6. Yûra Nebîev
  7. Hoşeng Broka
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Konê Reş
  13. Şakir Epözdemir
  14. Firat Cewerî
  15. Hasan Kaya
  16. Keya Îzol
  17. Mûrad A. Ciwan
  18. Mûrad Ciwan
  19. Raif Yaman
  20. Mazhar Duderî
  21. Tosinê Reşîd
  22. Salihê Kevirbirî
  23. Hesenê Dewrêş
  24. Aylin Unek
M. Şefîq Oncu

DUDILÎ

Carna mirov dudil dibe. Carna mirov du tiştên bi hev re nabin, dil dike. Ez jî îro dudil im. Qusûr be qusûr, sergêjî be sergêjî.