GOTARÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    




Hamid Omerî
hamidomeri21@gmail.com
SIWARÊN HELBESTA KURDÎ –II
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-29 12:40:39


Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide.


DENGÊ BILÛRA CELADET

 

Di afirandina zimanek an parastina zimanek de (ew zimanê ku nayê fêmkirin!) xweşewitandin, xwedaliqandin, xwetêwerkirin (ne di xew re, ne di xew de) wek bedêl, wek peywir xwe nîşan dide. Di van nêçîr, şiyarî û nobetan de lêgerîn an lêkolîna zimanek, warek, welatek an jî însanek din, ji bo herkesî peykerên nû, avahiyên nûjen dernaxîne pêş. �‘Gundekî mezin’ e (êdî !) dinya. Lewre weka ku di kitêba pîroz de tê gotin, piştî teşqele derket, ‘gund’ û zimanê ‘gundiyan’ li hev ket. Zimanê hinekan jî wek ê Nebî Mûsa ‘qul’ bû lê rewşa wî cuda bû; Xwedayek ku karibû pêre biaxive hebû lewma birayê wî weka ku em dikarin bêjin bi zimanek din xwetêwerkêr û baz da hewara wî.

 

Lê di vir de tişta ku bal(a min) dikêşîn e, a ku ez dixwazim bidim ber çavan hebûna stratejiyek e. Stratejiyeke xwedî rîsk, bi hedef û armanc. Stretejiyeke wan heye. Piştî gundî pêde zêde diçin, teşqele derdikeve, piştî ku lalûteyiya wî dibe pirsgirêk an zimanê wî qul e birayê xwe dixwaze. War û hawirdor kifş e, derûdor bi hemû aliyên xwe ve aşkere ye. Firsend, gef, başî û xerabiyên war, hebûn û ew qîmeta ku dixwazin xwetêwerbikin jî diyar e.

 

 

Em hemû ji mêj de dizanin ku herkes li gor dilê xwe diaxive. Xweda û qasid û helbet şair. Xweda dixwaze bibîne, ka bawermendên wî ê çi bikin; ka çiqas mezin e û bi hêz e, ka wê riya wî bişopînin an na. Qasid dixwaze bibîne, ka umeta wî ê li pey wî w/here an na? Şair dixwaze bibîne, ka çawa dikare nû bike, nûjen bike, ji nû de bi afirîn e, ava bike.

 

 

Hemin em ne di heyama Nebî Mûsa û Harûn de ne, divê em xwe li gor ‘gund ê mezin’ bi cil û berg bikin. Wê çaxê pirs a yekem a ku em ê li xwe bikin divê ev be; gelo di jiyaneke modern de Xweda zimanê xwe ji bîr dike, dev ji Xwedatiya xwe, dev ji nêhêrîna xwe ya ji jor de berdide? Gelo qasid, dev ji qasidiya xwe berdide, dev ji umeta xwe berdide? Lê gelo şair, dikare dev ji ziman û hişyarkirin û afirandina peyvê û cîvakê berbide?

 

 

Şair ji ber lîstina bi kevokên zimanê xwe re, firîna bi tîpên zimanê xwe re, teqlavêtina bi kevokên zimanê xwe re, qubequba bi kewên zimanê xwe re, li gor tevn û teşeya xwe ew hêma û îmajên ku daniye an divê danîbe nikare xwe ber bi wexthundakirin û wextderbaskirinê re berde. Çimkî dem ji avê bi hêztir e û nasekine. Divê wek Xweda, ew Xwedayê ku Baudelaire jî dibêje; dinyayê tîne ziman, dinê bi zar û ziman dike, wek Qasid ew jî xwedîstratejî be û wê stratejiya xwe ya ku diyar kiriye ji bîr meke. Çimkî şair nêzîkê Xweda û qasid e; ji wan ne dûr e! Divê şair, xwe, gundê xwe, bajarê xwe, dinyaya xwe bi zimanê xwe bîne ziman.


Îca kul û derd ê me yê ku xwe di bin siya ‘gund ê mezin’ de wek xurnûfek kifş dike, tevlîhevkirina me ya modernîzm û guherîn ê bi xwe ye. Terikandina ziman, nirx, qedr, xatir û orf û edetan. Xwejibîrkirin.

 

 

Modernîzm ev e gelo?

 

 

Di vê heyamê de, di dema ziman jibîr kirinê de, di dema ji welat bi wir de çûyîn ê de divê zimanek, sîstemek, stratejiyek xwe li ew kesên ku ‘direvin’ biqelibîn e. Yên ku wê vê stratejiyê li dar bixin, ne parêzer, ne şervan û ne jî siyasetmedar in. Ji xwe çiqas bidin xwe jî ji wan nayê! Divê şair; ew şairê ku bi helwest, şêwe û teorîsyeniya xwe dişibe Xweda û qasidên wî û heta pirî caran bi wan re şer jî dike, ew şairê ku tenê ji bo wî/wê sûreyek nuzûl bûye tevlî şoreşê bibe. Lêbelê di dîroka wêjeya me de çiqas nav bêne jimartin jî; Şêx Ehmed, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran (divê hay me jê hebe Feqî ji dest meçe!) tevlî hemû derûnî, xurtbûn û cudahiyên xwe jî sîstemek û stratejiyek pêşkêşî cîvaka xwe nekirine. Heta tu bêjî şair, heta tu bêjî bawermend, heta tu bêjî bi huner lê ji bo pêşeroja civaka xwe bêstratejî, bêteorî, bê sîstem! Belê beriya Îxtilala Fransiyan qala netewebûnê, di derbarê perwerdekirina zarokan de ‘Nûbihara Biçûkan’, belê belkî em hinek zêde bikin û bibêjin ‘cîvaka bêdibistan’ û “perrwerdekirina li malê” jî.�

Îlhan Berk dipeyitîne; “divê şi’rên şair, bişibin ser û ruyê/ bejn û bala wî”. Vêca em ji kîjan alî ne an em ji kîjan alî qetiyan; ji rojhilat an rojava? Dibistanên me yên ji malê (haveynê malê / medreseyên me) gelek alim, mele, feqî û şair bi me dane qezenç kirinê. Lê bi mahne an bê mahne ji çend riste an jî malikan pê ve îro em dizanin ku xwedîirfan û navdarên me (ez bi qurbana wan bibim) di derbarê serfirazî û azadiyê de mîrat ji me re nehîştin e. Em wek hemû welatên rojhilatî, di menzûmê de xurt lê wek hin welatên rojhilatî ji xwe bêxeber, ji xwe bêbawer! Di van rojên wergerî de em bi elîfbêya latînî pesnên wan malikan didin û bi wan beytikan kêfxweş dibin. Maf ê me ye. Çimkî birçîbûn êdî bûbû ku bi hestiyên me dimijiya. Lewre ji xeynê yên ku ji nanê bi haveynê malê hatibû sorkirin tamijîbûn pê ve heta vê dawiyê tu kesî nizanîbû ka gelo em xwedî tiştek in an na. Ew ‘kitêb’ bûn, di ‘kitêbê’ de nivîsandîbû lê çavên me yên ku bi kitêban biketina nîn bûn.

 

 

Pişt re em ji dibistanên malê jî bi dûr ketin. Kitêb hundabûn. Feqî negihêştin. Siyaseta me ya ku xwedêgiravî teorîsyeniyê ji me re dikir jî fahmkorî bû. Bi şaristaniyeke tevlîhev zîl dabû. Ne ji rojhilat ne jî ji rojava. Çûyîn bi ku de bû? Ayetek heye di Qur’anê de, Xweda dipirse: Feeyne tezhebûn?�

Heqîqeten bi ku de?

 

 

Kincên me yên nû li me nedibûn, ya jî zimanên me ji hev diqetiyan. Birayê me jî tune bûn gelo? Peyva herî xweş a ku dihate gotin dîsa jî a şairan bû. Çimkî em rojhilatî bûn. Pexşan hê nû diket nav cihên/serên me. Vêca raketina bi pexşanê re dê kengê ji bo cîvakê roniyek peyde bikira hîn ne diyar bû


Heta Celadet Bedirxan, feylesof, teorîsyen, zimanzan, rojnameger, şair, şoreşger, bêmal/welatekî xwedîstratejî(!) derneketibû ji cîvaka me. Xwedîfikr û raman û pê re afirandina sîstemek û helbet li gor stratejiyek. 1893’an de ‘gundê mezin’ bi zimanek din jî hinek ronî bû lê ronahiya ku Celadet dixwest wek kon, wek esman bigre ser netewa xwe mixabin nehat dîtin û ligel şoreş û têkoşîna wî ne li dinyayê, ne li bajêr, ne li gund, ne li rojhilata navîn û ne jî li welêt bi xwe lêwarqilînek pêde nebû. Lêwarqilîneke ku Celadet difikirî an xeyal dikir; Dagera bi bal wefa, ziman û heqîqetê ve. Bi wê Hawara xwe ya bi hêvî, bi wê Ronahî ya xwe ya sîwanî, bi şoreşgeriya xwe, bi zimannasiya xwe, bi rojnamegerî, bi helbestvanî û teorîsyeniya xwe bar kir û çû. Û “Dinya wek zarokekî berşîr/ ket dergûşa xwe”.

 

Lê wa dengekî ku dişibe dengê bilûra Celadet, li Diyarbekir hêdî hêdî diçirûse,

Hamid Omerî

27/07/2010

Stenbol












ŞÎROVEYÊ LÊKE HEMÛ     DERXE SER KAXET (PRINT)

Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. NAFI CILGIN
  2. Yûra Nebîev
  3. Îbrahîm Guçlu
  4. ABIT DUNDAR
  5. Mûrad Ciwan
  6. Hoşeng Broka
  7. M. Şefîq Oncu
  8. AZIZ ALIŞ
  9. Hamid Omerî
  10. Abdullah Deveci
  11. BAWER KEVIR
  12. M.Şefiq Oncu
  13. Gernas Amedî
  14. Alî Fîkrî Işik
  15. Konê Reş
  16. Şakir Epözdemir
  17. Firat Cewerî
  18. Hasan Kaya
  19. Keya Îzol
  20. Mûrad A. Ciwan
  21. Raif Yaman
  22. Mazhar Duderî
  23. Tosinê Reşîd
  24. Salihê Kevirbirî
  25. Hesenê Dewrêş
  26. Aylin Unek
NAFI CILGIN

Dengdan mafekî pîroz e, bikar bîne
Gelo min cima li welat siyasetê kir. Diyar e ez ne kurdbûma ji minê dîsa li Swêdê siyasetê bikira.Bi ya min meriv li ku dijî bila bijî divê meriv li hamberî tiştên di civatê de dibin bêdeng nemîne. Ev li gorî min tiştekî ehlaqî û ûjdanî ye