
Şakir Epözdemir
hesinker@gmail.com
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-27 11:34:23
Tişté ku bala merivan dikişînin di Anabasîsé da bi sedan in. Lé ya ku meriv ji saloxdana van kesén berdest û bindest ku coğrafyayé li gor şerq û xerb û başûr û bakûré îzah dikin, ka gelo bo çî nabéjin welatén Xaldiyan û Urartîyan, lé dibéjin “li van çiyan kardox dijîn, gelek cesûrin û qral 120.000 leşker şande ser wan, ji wan leşkeran yek jî danegeryan.
Serdarén Yonaniyan ji ésîrén bindestén xwe yén herémî pirsa ré û rébaran dikin û dibéjin ka dera em lé ne ji me ra terîf bikin. Ev gundîyén Babilyonî’yan ku Yonanî ji xeyrî qewmé xwe ji hemî kesî ra dibéjin ‘barbar’ bi pisporî û zimaneke zanistî bersûya zabitén Yonan didin:
“- Başûr we dibe Babilyoné, welaté Babil û Medya yé. Rohilat diçe Sûsa û Ekbatané. Roava we dibe İonya û Lidya yé. Ku hun beré xwe bidine Bakûr û hun bi ser van çiyayén bilind bikevin, wé hun dakevine nava welaté Kardux’an. Débéjin ev xelq li çiyayén bilind dijîn. Gelek cesûr û şervanén dijwarin. Ew jî tabién Qralın. (Kralé Persan yé wé demé Artakser e). Qral di zemanek da 120.000 leşker şandiye ser wan, yek hebek ji leşkeran venegeriya ne. Digel vé yeka ha jî, Kardoxén van çiyayén bilind bi Strabén Deşté ra ( yané bi walîyén bajarén deşté ra) di nava aştî û aramîyé da dijîn û di navbera welatén wan da tékilîyén dostanîyé germin.” (per 108)
…
Héjmara artéşa Yonanan ji 10.000’an zédetirin. Lé, Dîroké navé ‘Dagera Dehezaran’ li wana kirî ye. Ev artéş bi 13 hezaran û bi gelek umîd û xeyal û xewnén xweş ji Sardesé (Serdé + Serdeşté + ango: Sart’é) bi ré ket ço ji Kendava Besrayé derbaz bû. Lé ew bi 13 hezar Yonanî û 100 hezar barbaran û çek û lojîstîkén xwe va ji 10/1 é hézén qralé ku wé demé hikmé wî bi ser hemî dinyayé diketa ra xwurt nebûn. Kyros (ango Kurroj + Kuré Rojé) Perpirsyaré Lidya, (heréma İzmiré), Frigya (heréma Manîsa yé), Karya (heréma Aydıné) û Kapadokya yé ye û Strap, Wali, Qral ango birayé Qralé meziné mezin Artakser bû. Ew Artakseré ku paytexté wî yé havîné Susa û yé zivistané Ekbatan bû. Sereke Dewleta Persan li Çiyayén Hindistané (Hindekuşé), sereke diné diketa ziké Yonanistané. Tené Grek û çend heb gravén biçûk ji Yonanan ra mabûn û hew.
Ji alé keçé va nevîyé Astayges (astageş) é Qralé Dewleta Medan - ku navé wî Kuré Rojé bû Yonaniyan navé wî kirine Kyros - bi piştevaniya serdarén bilindén Med derkete ser text û dawî li dewleta malxalanan anî. Med hemî li ser hev li dora 170 salan hikim kirin. Di beriya Mîladé 715 yé da ev İmparatoriya Kurdan ya Medan hatibû avakirin.
Dewleta Persan, her çend ku biyanî bi inad li ser vî navî disekinin, lé ev dewlet ji Afganîstané heya Çemésor (Kızılirmaxé) û ji Aaratan heya bighé Misré beré di biné hikmé Kurdan da bû. Nevîyé qral inqilabek li dar xist û tené navé dewleté guhart. Parsîyan nikariyan dewr û dolaba dewletan bigerînin. Tecrûbeyén Kurdan ji yén Parsiyan gelek dewlementir bûn. Ji ber vé yeké dîrokvanén roavayé carcaran dibéjine vé dewleté “ dewleta Med û Persan”. Ev pévajo heya dawiya dewleta Sasaniyan jî dom kirîye û hun jî dizanın heya beriya sedsalan jî gava Şahén İrané derdiketane ser text, Ango salé carek merasima xanedanîyé bîr tanîyan; sé Strabén (Mîr) Kurd taca wan didane serén wan û Şah bi protoqola Kurdan derdiketa ser text.
Hikmé Persan bi Kurrojé xwarzyé Kurdan û silala xwe va heya Péşiya Miladé 334 é û zemané İskenderé kuré Filîtoké Kor û bé oxir domand. Kurroj bi kuré xwe Kambîz û neviyé xwe Darius (Daryos) va dewleta Medan fireh kirin. Daryos 2 kur hebûn, yekî kire berpirsyaré Serdé, yé din derxiste ser text. Fesadî kete navbera herdû biran. Lé dayika wan nehişt ku ev dilman kûr bibî. Kuré biçûk Kirus ( Kyros + Kurroj) careke din şandine Serdé. Ew berpirsyaré Deştan û weka me go, waliyé welatén Kapadokya, Lidya, Frigya û hemû Anedolé bû. Ewi xwest ku birayé xwe ji ser text bavéjé û ew bibî qral. Berhema Anabasîs serhatiya macera vé niyeta şaş û şeré herdû biran ne.
Bi Med û Persan va 370 sal hikmé Anedolé, Ege û heya Yonanîstané maye di desté Mezopotamiyan da. Dewama İskender û Roma û Bîzansiyan û piştî Hz. İsa dewama hikmé Mesihiyan heya serpéka İslamiyeté domand û piştî İslamiyeté jî li Anedolé û li çend der û berén Kurdistané qederek ev işgala bé meléz dom kir. Ew, ji hezar salan béhtir li ser nefesa me man. Me jî rihetîyé neda wan, wan jî hizûré neda ne me. Ez dibém ka ne Yonanîyek bû Kurd û ne Kurdek bû Yonan. ‘Roma reş û Roma bébext’ ji wan dem û zemanan va ma ye û di mejîyé me da cih girtî ye.
…
Tişté ku bala merivan dikişînin di Anabasîsé da bi sedan in. Lé ya ku meriv ji saloxdana van kesén berdest û bindest ku coğrafyayé li gor şerq û xerb û başûr û bakûré îzah dikin, ka gelo bo çî nabéjin welatén Xaldiyan û Urartîyan, lé dibéjin “li van çiyan kardox dijîn, gelek cesûrin û qral 120.000 leşker şande ser wan, ji wan leşkeran yek jî danegeryan.”
Bi ihtîmaleke mezin ev kesén ésîr ku coğrafya wé rojé hewçend xweş dişopînin babilyonî ne. Ev ésîr xweş dizanin ku Babilyon ré dibe Medyayé, İyonya ré dibe Lidya yé, bi rohilat va ré dikişe Susa û Ekbatané; lé gelo Kardox çewan bé dewletin û çewan navén Urartan û Xaldiyan nayé héşé wan, ango nayé hişé Yonaniyan. Ez dibéjim ka wé demé jî ev mesela “Kuzey İraqé” hebû ye. Ane na? Navé Kurd û Kurdistané gelo bo çî buye kula miriné û ketîye ser ziké bébext û bébaban?
…
Kesenefon ne tené ji bona ku artéşa xwe ya giran ji çemén kûr û bé bor û ji érîşén artéşén Qral Artakser biparézé qesta çiyayén bilind kirî ye. Gava ku salıxén ré û bendan ji Babilyonîyén ésîr digiré, wan girtîyan hemî berdide û biryara réka çiyayén Kardoxan dipejirîné. Li gora dîtina wana wé rojé “ gava ku ji çiyayén Kardoxan derbaz bibin wé bikevine Eyaleta Ermenan. Ew Eyalet di biné hikmé Orantes da buye û gava bighéjin vé eyaleté tû mişkil ji wan ra namîné.”
Di vira da meriv baş dibîné ku Kesenefon (Ksenophon) dizané di pişta çiyayén Kurdan da Eyaleta Ermenîyan heye û ew eyalet di biné berpirsyarîya Orontas da ye. Lé nizané Kardox hene, Strabén wan jî hene, heta dewleta wan jî heye û Ew Dewlet ango şûn dewlet Xaldî ye. Ew dewlete ku Ermenî ji Trakyayé reviyan hatin xwe pé girtin. Ew dewlet bû ku Deşta Rewané da wan Ermenén revok û penaber û wan di biné hîmaya xwe da parast. Ev yek balkéşîyek e. Xwîn dikişîné, ango Ermen û Yonan xismén hevin? Belkî ji wé demé 200 sal wé da Yonaniyan û Ermenan bihev nekiribin, Ermen ji ber wan revîyabin. Lewra Ermen di péşîya mîladé da li dora 600’an hatine xwe avétine bexté Kurdan. Kurdan her qencî bi wan ra kirine û ewan jî her xirabî bi Kurdan ra kirine û héjajî dikin. Herkes û şîré xwe.
Kesenefon gava ku daye seré çiyayén Kardoxan û heya bi kotek û zor xwe ji destén Kurdan rizgar kirî ye, çend tiştén balkéş qeyd dike ku divé ew notén wî yén balkéş ji hişé Kurdan neçin:
“- Bi rojderketiné va me dî ku li wî rexé çem, siwarén çekdar réz bûne û peyadeyan li pişt wan siwaran cîyén xwe bi réz û tenzîm girtine. Hemî ji serî heya pîyan çekén xwe girédane û naxwezin em bikevine Armenia yé. Ev kesén ha leşkerén di biné serdarîyén Orontas û Artukhas da, leşkerén kirégirtîyén (paralı askerler) Ermenan, Mardoxan û Khaldiyan ‘in. Evén ku me navén wan li dawîyé anî (ji Xaldîyan ra dibéje) digotana xelqeke azad û pir cesûr e. Mizraq û mertalén wana ji darén sorgûnan bûn û hemû çekdar bûn. … Me évaré bihîst ku gelek Kardox li véderé berhev bûn e. (per: 119)
Gava bi Çîyayén Kardoxan va bilind dibin hema péra péra kevir bi ser wan va gilor dibin (digingirin) Piştî şereke giran di navbera wan û gundîyan da derbaz dibî, jin û mér û él û eyal gundén xwe dihélin û bi bilindiyan dikevin. Artéşa 10 Hezaran dikevé wan gundan. Kenesefon dibéje:
“- Wé gavé artéşa Yonan hemî berhev bû û li birék malén mezin û dewlemend qonaxén xwe girtin. Mal dejî xwarin û vexwarin bûn. Şerab bé hed û hesab bû. Sarnîçén sewaxkirî dejî şeraba xweş lezzet bûn. “
Kesenefon bi Kardoxan ra peymanek dipejirîné ku kuştî û birîndarén xwe rake. Kardox izna wî didin. Ew jî kuştîyan bi merasim vedişérin, birîndaran derman dikin û ‘Qlawoz, réber’ é ku ji wî gundî bindest kiribûn azad dikin û serbest berdidin. (per: 117)
Li véderé xuya dike ku gundeke Kurdan dikaré 10 hezar kes tér nan û dan û şerab bik e. Yek jî ev gundî ji ber ku merivéké wan ji bona ré şanî dijmin bide hatîye ésîrkirin, ev Gund û bi herémé va hemî hatine xîreté û hisaba artéşa Yonanan nekirine. Yek jî eve ku peymana wé rojé dane, îro jî li hemî dinyayé xalek ji zagonnasiya şer û pevçonén nav netewî ye. Niha hizirkin, gelo ev Kurd bé mezin û serok û Strabin? Ez ne di wé dîtiné da me. Yonanî bi hindikayî di ser çend Mîrekan da derbaz bûn e. Lé nekarîne ji vé herémé salixan hildin. Lewra Kurd bi wan ra neştexilîne. Di dervayé Kurdan da jî kesek navé Kurdan dûbare nekirî ye. niha jî nakin. Ez ditirsim ku roja heşré jî kes navén me nebéjin. Heye ku melekén Xwedé jî ji Kurdan bitirsin?
…
“- Di Tîrweşané da gelek pispor bûn. Kevanén wana 4 – 5 pé, tîrén wan, ji 3 pîyan diréjtir bûn. Pîyén xwe yén çepé dataniyana keviya kevan û bi desté rasté tîr dikişandan û davétan. Wan tîran mertal û zirxén me kun dikiran. Ne Zirxén me û ne Mertalén me xwe li ber tîrén Kardoxan nedigirtan.”( per:118)
Gelo ev tîr û kevan gundî ji ber xwe va çédikin, ango dewleteke wan, mîrekîyeke wan heye ku vé tedbîré distîné? Kurd divé li vé yeké bigerin û gava dibén Anabasis hema kéfa xwe tînin ku 2400 sal beré qala Kardoxan hatîye kirin. Miletek heta bighéje wan tîrkevanan û sarnîçén şerabé, ew hezarsalan di nava medenîyetan da derbaz dibin.
…
Min Sala 1968 é pirtûkeke Bernard Rasıll yé navdar, bi navé ‘Dünyanın Geleceği’ xwendibû. Rasıll vé pirtûké li ser dijberiya çekén nükleérén weka ‘Bimbeyén Atomé ango Makîneyén Qîyameté’ kûr dibuya û li ser yekîtîya dewletan disekinîya. Yekîtî û tifaqa dewletan diparasta û mînaka yekîtîyeke dîrokî li ser tifaqa Med û Persan didara û vé mînaké waha tanîya ziman:
“- Ji vir beriya 2500 salan dewletén Med û Persan hézén xwe kirin yek û bi vé hézdarîyé cara yekemîn li dinyayé rékeke 2500 Kilometir diréj ji Serdé heya Susé avakirin.”
Niha ku ez vé maqaleyé dinivîsim, hem Serdé û Susé baştır dinasim û him li ser vé régaha ku navé wé ‘ Réka Kral e’ ji 1968é qençtir dişopînim.
Dewletek gava li Erdek hikim bike divé ré û bendan veke, pir û xan û parézgehan ji serek heya seré din çéke ku bikaribe wî welatî biparéze û di tengasiyan da xwe bighéjine hawara welatîyan. Ev Réka Qral ku bab û bapîran 2500 sal beré avakirin mînakeke mezin ya tifaqa Kurdan û cîranan e. Kurd ku îro di Rohilata Nava rast da xwedî maf bûna û bi Kurd û Tirk û Faris û Ereban xwe bidane medenîyet û péşvaçûn û avakiriné wé welatén me ji welatén roavayé dewlementir bibûna.
Réka Qral 2500 km ye, qonaxé 90 rojan e. Dibéjin Poste 7 rojan ji vî serî gahaye seré din. Li ser ré xan û bazar û hespén hazir yén ku yek ji yé din nobeté bigré hebûn e. Hesp û sıwarîyén posteyé her dem û her sanîye hazir û nazir bûn e. Dinya hemî vé yeké pejirandîye ku Ulak (poste) én Persan ji hemî Ulaqén dinyayé siviktir û xweşbeztir bûn e.
Ezé bîrhatineke xwe yé Kurt li véderé dûbare bikim. Hun dizanin ez beré siyasetvan bûm. Min siyaseté terk kir bûme ticar, ticaret jî li xweşé min nehat ez bûme Miteid, Yané miqawil. Li Tirkîyé İstihbarata Jîtemé navé min jî xiste nava navén 195 miteidén Kurd ku goye em bi PKK yé ra pişgirî dikin. Jİ wé rojé péda dewleta Tirk beré xwe ji min guhast. Min ne itirazé li kesî kir, ne derdé xwe ji kesî ra qiset kir û ne dawa şol û kar li kesî kir. Banqeyén tirkan kredîyén xwe birîn û careke din rojén teng û tarî li min zivirîn. Min beré xwe da Kurdistané, şirketek ava kir, temînaté peyda kir, dû şolan di 2003 yé da bi ihale bi dest xist û xilas kir. Şolek ji wan ré bû. Réka Selaheddîn û Korek é. 5 km û dû seyt, yané otobaneke çun û hatiné. Xelkén Selaheddîné dibéjin ‘Réka Mam Şakir.” Nazenîn Xana Héja ya Wezîré Avadankiriné û İmar û İskané jî qenc dizané ku ew ré ya Mam Şakir e. Lé bébextî bi min ra hate kirin. Xelké télî delal bé sebeb min mexdûr kirin, min jî wan spartîye edaleta Xwedé û dev ji miqawelîyé ango Belenderekî yé berda û bûme nivîskar. Ku nivîskarîyé jî hindek kurén caméran ji min nestînin, ev şolé miné dawîyé ye.
Proje Midûré vé réké yeké xelké bajaré Denizlîyé, Tirk bû. Rojek ji min ra go:”- Mihendis ji Kurdan dernayén, ev mihendisén ku tû dibînî yek jî bi kérî polikek nayén.” Min go: “- Qebeheté we ye, we nehişt em bibine dewlet. Ku em jî weka we beriya 80 salan bibûna dewlet, niha mihendisén me jî weke mihendisén Tirkîyayé gihabûn. Niha baş bide bîra xwe, heya salén 1960’an jî gava ku Tirkiyé pirek çékiran etoda zemîna wé piré û projeya wé, exleb bi mihendisén Elmanan tesbit dikiran.” Proje Midûrû go: “- Te vé kémanîya Kurdén xwe jî xiste ba me? Min go :”- Ev guneh ji xwe gunehé we ye lé ezé tişteke din béjime te: “- ji vir 2500 sal beré Kurdan rékén 2500 km. ava kirine ku di dinyayé da ev serkeftin ji tû miletî ra heya wé rojé nebuye nesîb.” Evé Tirk gelek hérs bû û go: “- Di şerefa min da ev yek ji binî derew e.” Ez kenîyam, min go “- Mézeke Midûr, ne ez dibéjim, dîrok dibéjé. Navé vé réké ‘Réka Qral e’. Qral gava ku vé réké dixe xizmeté, İlan dike dibé hemî kes dawet dikim ku ji vé noqteyé heya wé noqteyé herkes bé di vé réka dîrokîda bimeşé, ezé bala xwe bidimé ka kî rind bimeşé ezé wî perû bikim. Genc û zerîesmerén bajaré Susa yé xwe dixemilînin û dikevine meşé û wekî dû kélometir diçin û dadigerin, kesek ji wana nayé perûkirin, yek gencek tené hebek dereng dikevé té ku kîsek zér di destanda ye, kîsé zéran péşkéşî qral dike û dibéje : “- Ey Şahînşahé hemi welatan, Qralé Qralan! Li ser ré çend kevir û kuç hebûn, min ré paqij kir, ev zér di biné wan kuçan da derketin.” Qral dibéje:”- Ew zér yén te ne, ji xeyrî te kesek xwe xwar nekir û ré paqij nekir. Min mexsûs van zéran danîbû biné wan kuçan.” Ev caméré Tirk wé bi van gotinén min dîn bibû ya.
…
Şeref Xan dibéje dewleta İrané zarokén malbata Şah û hemî xanedanan li Serayé perwerde dikin û ew prens û mîrzade û şahzade terbiya xwe di hindiré Serayé da distînin û di serayé da mezin dibin. Ji ber vé ye ku Şeref Xan di Sera Şah Tahmas da bi zarokén wî, birayén wî û hemi xanedanan va perwerde bû û ewé perwerdeya bilind dereca wî bi xwe ra bilind kir ku ji mileté xwe ra berhemeke weka Şerefnameyé hişt û di dilé Kurdan da ciyé xwe girt.
Di Anabasîs é da li çend cîyan ez rast hatim ku 2500 sal beré jî ev pévajo hebû ye û mimkine Persan vé prensibé ji Medan girtibin. Zarokén xanedanan, zarokén péşkéşan ku bi rastî li Cizîré, li Bedlisé, li Palo, li Hekarya û li wan bajarén din, vé paşepaşé xwendibuyan, ew medreseyén ku bi taybet di sedsala 16 yé da li seranseré Kurdistané û li nawendén başaran hatibûne avakirin qadroyeke xwendevan anîbuna homé, wé diplomatén weke İdrîsé Bedlîsî, hakimén weka Şeref Xané IV é, Melîkén weka Melîk Xelîlé Eyûbî û Mîrén weka Şah Elî Begé Cizîrî ji van xwendevanan derketan û hewce nedikira ku Mîr Bedirxan çarîneké Emer Heyyam ji Siltan Ebdilmecid ra bixwenda?
25.07.2010 – Enqere
Pénc Çîrokén Der û Dorén Welaté Xerzan , 11.08.2010
ANABASÎS Û DAGERA DEHEZARAN , 27.07.2010
FEQÎYÊ TEYRAN: Ger û Gura Wî* , 09.07.2010
Di zemané Mîran da; Zimané Mîran , 29.05.2010
Dîrok û Raman , 18.05.2010
Pirtûka Salih Begé Şérwî , 17.04.2010
Şîretén Mezinan , 03.01.2010
Mehrdad R. Izady û Tesbîtén Wî yén Şaş , 26.09.2009
DEWLETA KURDAN , 15.08.2009
Fehmîyê Bîlal û Derdê Kurdan , 28.07.2009
Siltanê Mezin , 22.04.2009
Cemil Çîçek û Sînorê Ermenîstanê , 03.04.2009
Navdarên Kurdên Bakur -II- , 23.03.2009
Navdarên Kurdistana Bakur –I- , 03.05.2009
- Gotarên hatine şîrovekirin
M. Şefîq Oncu-DUDILÎ
AZIZ ALIŞ-Dengdayin, bikaranîna îradeyê ye
Metîn K. Dilxêrî-ŞAMPÎYONA CÎHAN YA BASKETBALL E YAN GOGASELIK
M. Şefîq Oncu-DI REFERANDÛMÊ DE ERKA STRATEJÎK
Yûra Nebîev-Kurd û îslam
HEDIYE GUZEL-Partiya çep ji bo pirsa kurd xebatê dike
Metîn K. Dilxêrî-MÛŞ RE JI BÛRSAYÊ TAYÎN XWESTIN


ŞÎROVEYÊ LÊKE
HEMÛ
DERXE SER KAXET (PRINT)