GOTARÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    




Mûrad A. Ciwan
m.ciwan@telia.com
'Operasyona Sarigul', Baykal û Kiliçdaroglu
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-23 13:50:56


Hevdîtina Baykal û Sarigul di medya tirk de wek surprîz tê qebûlkirin û ew wek tifaqeka nuh a herdu dijminên kevn di CHP-ê de li hember tifaqa Kemal Kilcihdaroglu û Önder Sav tê wesifkirin.



NÛÇE / ANALÎZ - Mûrad Ciwan: Rojnameyên Tirk duh nuçeya hevduhimbêzkirina du dijminên xwînvexwirên hev; Deniz Baykalê serokê berê ê CHP-ê û Mustafa Sarigulê serokê şarederiya Şişliyê, (CHP-yiyê berê ê ji bal Baykal ve avêtî) ragihand. Li gor nuçeyê wezîrê edaletê yê berê Seyfi Oktay ji bo vê hevdîtinê buye wesîle û ew organîze kiriye.


Rêwîtiya serokê şarederiya Şişlîyê Mustafa Sarigul a siyasî, fetlok û çivên ku dikevin vê rêwîtiyê,qonaxa herî dawîn a vê rêwîtiyê ku wî û Deniz Baykalî bi hesret hevdu himbêz kir, bi temamî wek "operasyonekê" xwiya dikın û careka din îşaretên wê didın ku daxistina Deniz Baykal ji ser siyasetê, anîna Kemal Kiliçdaroglu ya navenda siyasetê planeka darêştî ye ku gav bi gav tê cîbicîkirin û ev operasyon hê temam nebuye, muhtemelen ê heta dawiya bimeşe. Weka ku kevirên leqiyayî yên nav CHP-ê hê cîbcî nebûne.


Mustafa Sarigul ku bi eslê xwe Erzincanî ye, hemşeriyê patronê herî mezin ê medyaya tirk (xwediyê Star tv, CNN, Kanal D, rojnameyên Hurriyet, Milliyet, Vatan, Radikal û gelek kanal, rojname û kovarên din) Aydin Dogan e. Ew CHP-yî bû, çend sal berê ji ber mixalefeta xwe ya di nav partiyê de ji bal Deniz Baykal ve hatibû tasfiyekirin, wî jî dest bi avakirina partiyeka nuh kiribû. Bizava wî ya partîavakirinê li gor konjuktura siyasî ya Tirkiyeyê geh diniviya, geh hişyar dibû. Herî dawîn ku Deniz Baykal bi komployeka kaseta seksê ji serokatiya CHP-ê hat xistin û bi lezûbez Kemal Kiliçdaroglu bû serokê vê partiyê, Sarigul dev ji serguzeşta xwe ya partîdanînêberda û vegeriya nav refên CHP-ê. Herî dawîn duh ew û Denîz Baykal li mala Baykalî li hev civiyan.


Du tişt di vê rêwîtiyê de balkêş in: Berî çand rojan Ismail Kuçukkaya sernivîserê rojnameya Akşamê. rojnameya ku xwediyê wê gelek nezî eskeran e (Mehmet Emin Karamehmet) ragihand ku wî hevdîtinek li gel Mustafa Sarigul kiriye, di wê hevdîtinê de Sarugul gotiye ku Hussametin Özkan mamosteyê wî yê siyasetê ye, daxwaz ji wî kiriye ku ew vegere nav reefên CHP-ê, wî li ser şîreta Özkan dev ji avakirina partiyeka cuda berdaye û ew tevî CHP-ê buye.


Husamettin Özkan divê bê bibîranîn ku hevalê Bulent Ecevit ê DSP-ê bû û di hukumeta Ecevit de jî cîgirê serokwezîr bû. Özkan hergav li rex Bulent Ecevit bû, çantê wî hildigirt; goya alîkarê Ecevit ê şexsî û siyasî bû. Lê ew li derûdorên siyasî wek merivê eskeran dihat binavkirin ku Ecevitî di bin kontrolê de digire. Heta yê ku Ecevit ji bo koalisyoneka li gel MHP-ê razî kiribû ev Hussametin Özkan bû.


Di hevdîtina Ismail Kuçukkaya û Sarigul de ku ew hevdîtineka du saetan e û rêwîtiyeka helîkopterî ye ji Îstanbulê heta Bursayê û vegerê ye, balkêşiyek heye; nivîskar gava diçe Maçkayê ba Sarigulî, ew dibîne ku sermiyandarê bi navê Affan Keçeli, hevala nêzîk a Rahmî Koçê xwediyê Koç Holdingê (mezintirîn holdinga Tirkiyeyê û ji sermiyangeriya Istanbulê a nêzî eskeran) televizyongêra bi navê Tahire Demircan hene. Helîkoptera ku ew birine Bursayê; Uludagê jî ya Ali Sabancî (yek ji xwediyên Sabanci Holdingê- di dereca duyê de a Tirkiyeyê) buye.


Xala duyê ya balkêş jî ew e ku yê hevdîtina Sarigul û Baykal organîze kiriye, wezîrê berê ê edaletê Seyfi Oktan e. Seyfi Oktan bi xwe elewiyekî tirk e, di dema mizakereyên parlamentoyê ên li ser guhertina desturê de ên berî sê mehan derket ku ew her şev di navbera Deniz Baykal û dadwerên dadgehên bilind de bi dizî diçe tê û ew bi hev re li gel dadwerên dadgehên bilind taktîkan didin CHP-ê da ew çawa rê li ber maddeyên guhertina destûrê bigirin. Pişt re eşkere bû ku Seyfi Oktay nuha di tayîn û terfîkirina hin dadwer û dozgêran de pêwendî li gel serok û hin endamên HSYK-ê danîne li gor referensên wî vê desteya bilind a dadwer û dozgêrran hin tayin kirine, yan hin kes ji karên wan dûr xistine; yanî ew wekî merivekî wesayetxwazên eskerî û eregenokniyan tevgeriyaye.


Li ser van agahiyan, nivîseka kevn a birayê Ugur Mumcu jî derket ku îma dikir ji bo eşkerenebuna qatilên Ugur Mumcu Seyfi Oktay dema ku wezîrê edaletê buye midaxeleyî karûbar û terfî û tayinên dozgêrr û dadweran kiriye. Em bibîr bînin yek ji îdîayan ew e ku ergenekoniyan Ugur Mumcu kuşt.


Yanî kesê ku Mustafa Sarigul û Daniz Baykal gihandine hev wek merivê ergenekonê tê tohmetbarkirin.


Hevdîtina Baykal û Sarigul di medya tirk de wek surprîz tê qebûlkirin û ew wek tifaqeka nuh a herdu dijminên kevn di CHP-ê de li hember tifaqa Kemal Kilcihdaroglu û Önder Sav tê wesifkirin.


Gava meriv bala xwe dide xeta rêwîtiya Sarigul, meriv, dezge û sermiyangêrên li pişt wî, dixuyê ku esas ev berdewama operasyona wesayetxwazên eskerî ye ku di CHP-ê de dikin û ev operasyon hê temam nebuye di rojên pêş de; bi taybetî piştî referandumê dikare hin gavên din di nav CHP-ê de bên avêtin.


Hin îdîa dikin ku mihawele ew e da Mustafa Sarigul di hilbijartinên pêş ên belediyan de li ser navê CHP-ê bibe berbijêrê serokşarederiya Îstanbulê ku metropoleka mezin a cîhanî ye.


Lê hin diyarde nîşan didin ku ev dikare ji wê jî zêdetir be ku di payiza pêşiya me de, yan zifistana bê, Kemal Kiliçdaroglu bê bertarafkirin û Sarigulê "şagirdê Hussamettin Özkan" bibe serokê CHP-ê.


Kemal Kiliçdaroglu di şûna Deniz Baykal de bû serokê CHP-ê û medyaya statukoxwaz puf dike bin perr û baskên wî da wî bifirîne; bi hewa xe. Lê gava meriv bala xwe bide dîroka Kiliçdaroglu û awayê hatina wî, ew zêdetir di CHP-ê de wek emanetçiyekî dixwiyê, ê tucarî nikaribe bibe wek serokekî tebîî ê partiya dewleta tirk CHP-ê û muhtemeln hin ê nehêlin bibe jî.


Berî her tiştî Kemal Kiliçdaroglu bi eslê xwe kurdê elewî ye; dersimî ye. Erê ew kemalîstekî sadiq e, lê van herdu taybetmendiyên wî ne dihêlin ew di nav ordû û kemalîstan de ku parêzerên paradîgmaya netewetiya tirk misilman in bibe ciyê baweriyê, ne jî bawerî tê kirin ku ew bi vê taybetiya xwe karibe reyên CHP-ê bigihîne wê dereceyê ku desteka pirraniya hilbijêrên tirk bigire û CHP-ê bike hukumet.


Kemal Kiliçdaroglu di eslê xwe de ne siyasetmedar e; bi kultura burokratiyê mezin buye, nikare fermanan bide; hîn buye emirberiyê bike. Hê ji destpêkê de derket ku yê ew kişand kursiya serokatiyê ne aksiyona wî ya li hemberî fikr û tevgera Deniz Baykal e, lê destek û rakêşana Önder Sav e. Önder sav ji bo raya giştî ya tirk nekeve xeletiyê vê rola xwe ya rakêşana Kiliçdaroglu ya bi fêlbaziyên siyasî bê şerm û ar eşkere jÎ kir.


Yanî vala ye ku hin ji Kemal Kiliçdaroglu re dibêjin "GandÎ" û Wî dişibînin Bulent Ecevit. Ew ne Gandî, ne jî Ecvit e. Ecevit bi xwe aksiyonek, alternatîfek bû ku bi mucadeleya xwe derket hemberî Îsmet Înönü û partî ji destê wî derxist bû serok. Kiliçdaroglu ne ku ne aksiyon, ne reaksiyone jî. Ne failê tiştekî ye, ne subje ye, obje ye, wasiteye. Wasiteya demkî ya "Operasyona Ergenekonê" ye ku aktorê vê opersyonê di nav CHP-ê de Önder Sav e; hetta belkî Deniz Baykal bi xwe jÎ hat mecbûrkirin ku rola "lawikê xerab" bilîze.

Operasyon muhtemelen li benda referandumê ye. Eger referandum bi rêjeyeka mezin "ERê" derkeve, dikare prosesa berterefkirina Kemal Kiliçdaroglu destpêbike. Çimkî "ERÊ"yeka mezin ê statukoîstan têxe panîkâ hilbijartinan û bayê bin baskê Kiliçdaroglu daxîne; wê gavê ew wek baloneka teqiyayî li hewa dikare zû bi zû bitefe û dakeve.


Yên ku Sarigul anîn CHP-ê û herdu hevrikên req bi hev dan ramusan diyar e amadeyiyan dikin ku gava ew roj hat ew bê alternatîf nemînin.


Dibe ku di vê senaryoyê de Önder Sav û Deniz Beykal jî bi hev re hebin; jibîr mekin herdu jî çerkez in, Önder Sav gava Beykal çû belkî jî bi plan bezî-bezî çû çerkez li serê CHP-ê; li dora xwe civandin.Ji bo çerkezan, mihacirên Kafkasan û Balkanan û ji bo elewiyên tirk, giring e ku ew orduyê û partiya dewletê CHP-ê di destê xwe de bihêlin, postên giring ji destên xwe bernedin û Tirkiyeyê ber bi statukoya berê ve her rakêşin.


Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. M. Şefîq Oncu
  2. AZIZ ALIŞ
  3. Hamid Omerî
  4. Abdullah Deveci
  5. BAWER KEVIR
  6. Yûra Nebîev
  7. Hoşeng Broka
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Konê Reş
  13. Şakir Epözdemir
  14. Firat Cewerî
  15. Hasan Kaya
  16. Keya Îzol
  17. Mûrad A. Ciwan
  18. Mûrad Ciwan
  19. Raif Yaman
  20. Mazhar Duderî
  21. Tosinê Reşîd
  22. Salihê Kevirbirî
  23. Hesenê Dewrêş
  24. Aylin Unek
M. Şefîq Oncu

DUDILÎ

Carna mirov dudil dibe. Carna mirov du tiştên bi hev re nabin, dil dike. Ez jî îro dudil im. Qusûr be qusûr, sergêjî be sergêjî.