
Raif Yaman
raifyaman@hotmail.com
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-07-12 17:09:09
Pergala rêzaniya pederî û maderî tersî hev in, ne alternatîfên hev in. Di nav mêrê çavsor ê li jinê tadê dike û jina çavsor a li mêr tadê dike da ferq tune ye.
Têkiliya di nav mêr û jinan da her dem bûye mijara guftûgo, lêgerîn û lêkolînan. Kêm caran wekî îro di nav hinek rêxistinên me da ketiye rewşeke sosret. Ji ber vê helwesta bê pîvan û bê perwa ya nizane çi dike rêjeya xwekujiya di nav jinên Kurdan da zêde bûye. Ji dêvla ji pirsgirêk û gelemşên heyî ra li çarên zanistî bigerin û van çaran dîsa bi zanetî di nav gel da çawa divê weha bi cih bikin, di çapemeniya xwe da ji nêrîtên xwe yên bi hezaran salî hebûna xwe domandine ra xeberan didin. Pankart û afîşên li rastiya me ya civakî nayên li her derê bajaran bi dar ve dikin. Yekî biyanî were welatê me û wan nivîsên daliqandî bixwîne ew’ê bibêje di dunyayê da bi qasî Kurdan kes zilmê li jinên xwe nakin. Lê di rastiyê da belkî bi qasî nîvê jinên di mehekê da li bajarekî rojavayî yê wek Stenbol, New York an jî Parîsê ji ber heman sebeban tên kuştin, di çend salan da di nav çel mîlyon Kurdî da nayên kuştin. Kurd wekî gelek gelên rojhilatî griyê xwe difiroşin rojavayîyan, dixwazin dilê wan bi xwe bidin şewitandin. Ev yek ji derûniya xwe piçûkdîtin û bêkesayetîyê pê ve ne tiştekî din e.
Di têkoşîna ramyarî û rêzaniya me da jinan jî li gel mêran di her demê da cihê xwe girtiye. Va rastiya ji demên herî kevnên dîrokê heta îro neguheriye. Ji ber ku di têkoşîna azadiyê da rewşa zayendî qed wekî gelşekê nehatiye dîtin. Gotina “şêr şêr e, çi jin e çi mêr e” vê rastiyê tîne zimên. Di lixwekirinê da jî mêrê Kurd tu carî mîna mêrên gelên cîran zor nedaye jina xwe. Ev rastî di gernamên rojavayiyan da jî hatiye zimên.
Bi qasî jina mêrê bindest di rewşeke dijwar da dijî, mêrê jina bindest jî di rewşeke dijwar da dijî. Rast e, di dîrokê da em rastî çavsoriyên zayendî tên. Ev çavsorî ji aliyê her du zayendan ve jî hatine kirin. Ferqa jina amazon û mêrê çavsor tune ye. Dema mirovahiyê koletî û koledarî nas kiriye, ji rastiya xwe ya xwezayî dûr ketiye. Divê meriv li ser navê azadî û wekîheviyê jî xwe nespêre sosretiyan.
Ne koledar tenê ji mêran û ne jî kole tenê ji jinan pêk tên. Meriv kane vê hevokê berovajî jî bixwîne. Rastiya wê naguhere. Di bindestkirinê da bi qasî mêrên serdest jinên wan jî tewanbar in. Di asta herî bilind a ramyariya dunyayê da jî va rastiyek e. Gelo kî kane bibêje Cleopatra Misirî ji Julius Caesarê Romayî zêdetir mafê mirovan diparast? Çi ferq di navbera dadmendiya Margaret Thatcher, Benazir Bhutto, Tansu Çiller û ramyarên mêr ên li van welatan da heye? Bersiva her du pirsan jî li holê ye.
Pergala rêzaniya pederî û maderî tersî hev in, ne alternatîfên hev in. Di nav mêrê çavsor ê li jinê tadê dike û jina çavsor a li mêr tadê dike da ferq tune ye. Li gor rewşa xwe ya xwezayî jin bi jintî rind e, mêr bi mêrtî çeleng e. Jin bi jintî şox û şeng e, mêr bi mêrtî leheng e. Ne mêrê serjinik ne jî jina mêrxas xwezayî ye. Xorosên nizanibin bang bidin û mirîşkên nizanibin hêkan bikin çiqas rast bin, mêrên serjinik û jinên mêrxas jî ewqas li rastiyê tên.
Dema meriv baş be, ha jin, ha mêr çi ferq dike? Mêrê xêrnexwaz û jina xêrnexwaz, her du jî heman tiştî nakin? Gava meriv mirdar be, pîs be, ne kêrî xwe, ne jî kêrî derdora xwe neyê, cihêrengiya zayendî kane çi lê zêde bike, çi jê kêm bike? Vajayî vê pirsê jî dîsa xwedî heman bersivê ye. Di vê rewşê da em têdigihên bilindkirina zayendekê di heman demê da, ji kêmkirin û piçûkkirina wê pê ve ne tiştekî din e. Zayenda bi vî awayî pê tê lîstin, divê ji a din zêdetir vê rastiyê bibîne û li gor rastiya xwezayî bilive. Ji ber ku mêr û jin bi heman awayî çê dibin. Li gor rewşa aborî, ramyarî, çandî û oliya xwe bi heman awayî dijîn û dîsa bi heman awayî xatir ji jiyanê dixwazin.
Rêkxistinên li ser bingeha zayendî hatine danîn hetta îro kêrî tiştekî nehatine, piştî îro jî ne gengaz e kanibin kêrhatî bibin. Tenê kanin bibin sebeba tevliheviyan. Ji ber ku serketina wan li dijî xweza mirov e. Berî her tiştî divê sebebên hebûna neheqiyan ji holê bên rakirin. Ev têkoşîn jî bi hev ra dibe. Bi avakirina rêxistinên sosretên li ser bingeha zayendî ne mimkûn e. Ramyarên me di vî warî da jî, gel û gerdûnê bi xwe didin kenandin. Ên jinan pîroz dikin û nehleta xwedê lê dibarînin heman kes in. Li pêş çavên her kesî piçûk dixin. Ên Partiya jinan ava dikin, ji bo serokatiya wê nikanin jinekê peyda bikin çiqas li gor rastiyê gavan di avêjin li pêş çavan e. Li deverek din a dunyayê rêzaniyek weha nehatiye bihîstin û ne jî hatiye dîtin. Li her derê dunyayê rêzanî li gor îdeologiyan tê kirin, ne li gor mêrtî û jintiyê.
Rayedarên rêzanî yên di derbarê gelek pêşmergeyî da bi navê kirinên bê exlaqiyê cezayê mirinê dane û ev ceza di demek herî kurt da bi cih anîne, bi xwe di heman demê da jînek tersî gotinên xwe jiyane. Di nav rêkxistinê da cezakirina wan li wê derê bisekine, derenca wan roj bi roj bilindtir bûye. Jinên li hemberî hemî neheqiyên li dijî hemzayendên xwe û hevalên xwe yên mêr bê deng dimînin, dibin şirîkên van tewanên qirêj, xwe bi navê jinên azad bi nav dikin. Lê di rastiya giyan û bedena xwe da bindestên bindestan in. Ji bo bikevin çavên serkirdên xwe û li ser ên di bin xwe ra mîna ên jorî xwe cendirmetiyê dikin, tadê dikin. Gelek mêrên rengdêra azad tînin ber navê xwe jî vê rastiyê dijîn. Nehindik kes bi armanca azadbûnê bi rê dikevin, ji ber raman û kirinên şaş dikevin riya zordariyê, lêdan û dijwariyên xelkê bi serê wan aniye tînin serê hevalên xwe û gelê xwe yê hejar. Yek caran di çavsoriyê da zordarên xwe jî derbas dikin. Zilma bindestan a li ser bindestan piştî vê gavê dest pê dike.
Dadmendiya bindestan a di rastiyê da awayekî dijwar ê zordestiyê ye di nav rêzanên me da serdest e. Mêrên di rêkxistinên xwe da evînê qedexe dikin ji nav jinan dernakevin. Jinên heman tiştî dikin ji nav mêran dernakevin. Mîna paşayê alqol qedexekirî, lê bi nexweşiya sîrozê mirî, jiyanek li ser bingeha xwe xapandinê û xapandina hev û din dijîn. Vê berhema xwe ya hêja ya xwedêgiravî jî bi navê mêrê azad, û jina azad bi nav dikin. Her çi hîkmet e serê vê azadiya wan tim bi erdê ra xîj dibe.
Rewşa van mêr û jinên me ji her alî da rastiya gotinên Georges Orwell tîne bîra meriv. Binihêrin ciwanmêr bi dehsalan berê çi nivîsandiye: Azadî bindestî ye. Bindestî azadî ye. Şer aşitî ye. Aşitî şer e. Ji xwe meriv li kîjan rêkxistina me ya rêzanî binihêre, berî her kesî rastî Kek’ê Orwel tê. Wer xwiyaye di her demê da û li her deverê Kek her Kek e. Qed nebe, Kekên xelkê piştî serketinê wan mirdariyên xwe bi gel didin jiyîn, ên me berî tiştekî bi dest bixin dest pê kirine. Heke ji destên wan were, ew’ê jiyanê jî mîna kesayetiya xwe berxûnî bikin.
Bi gotina kurt têkoşîna li ser bingehên zayendî duh pûç bû, îro pûç e, ewê sibe jî pûç be. Kesên bi tiştên weha da dikevin di rastiyê da tenê serketina merivahiyê dûr dixin, serê alîgirên xwe bi hêmanên kêrnehatî gêj dikin. Bi zanetî, an bi nezanî kêrî xêrnexwazan tên. Dîroka dunyayê rastiya têkoşîna bi hev ra ya ji bo jiyanek xweş a li meriv tê bi caran daye pesend kirin. Ne mêr bê jin, ne jî jin bê mêr di vê têkoşînê da kane bi ser bikeve. Ji ber ku her du parçên rastiyekê ne. Rastiya ji hev bûyî bixwaze nexwaze di têkoşîna li dijî nerastiyê da lawaz dibe. Ev jî tenê û tenê kêrî neyarên xweşiya merivahiyê tê.
JIN Û MÊR , 12.07.2010
SEROKÊN PARTIYAN , 13.06.2010
KENÊ FELEKÊ , 31.05.2010
BAKURÎ Û KURDÎ , 11.05.2010
KURD Û ÎSRAÎLÎ , 03.04.2010
AGIRÊ NEWROZÊ , 23.03.2010
PÎVANA RAMYARIYA NAVNETEWÎ , 11.03.2010
NETEWEYÎTIYA XWEDÊGIRAVÎ , 21.02.2010
NEXWEŞIYÊN JI BINDESTIYÊ , 13.01.2010
RASTIYA DESTANA MEMÊ ALAN , 24.10.2009
WARÊ MAYÎNAN , 02.10.2009
LI SER NIVÎS Û RASTNIVÎSA KURDÎ , 23.06.2009
Rêzaniya bakuriyan û hilbijartin , 22.03.2009
Li Tirkiyeyê olperestî û hilbijartin , 09.03.2009
Li Tirkiyeyê rêzanî û hilbijartin , 15.02.2009
- Gotarên hatine şîrovekirin
M. Şefîq Oncu-DUDILÎ
AZIZ ALIŞ-Dengdayin, bikaranîna îradeyê ye
Metîn K. Dilxêrî-ŞAMPÎYONA CÎHAN YA BASKETBALL E YAN GOGASELIK
M. Şefîq Oncu-DI REFERANDÛMÊ DE ERKA STRATEJÎK
Yûra Nebîev-Kurd û îslam
HEDIYE GUZEL-Partiya çep ji bo pirsa kurd xebatê dike
Metîn K. Dilxêrî-MÛŞ RE JI BÛRSAYÊ TAYÎN XWESTIN


ŞÎROVEYÊ LÊKE
HEMÛ
DERXE SER KAXET (PRINT)