
Hoşeng Broka
hoshengbroka@hotmail.com
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-06-16 22:45:25
Fîlosofê Fransî René Descartes(1596-1650), ku wek yek ji bavên fîlosofiya modern tê naskirinê, weha fikir di hebûnê de û hebûn di fikrê de, di „cogitoya“ xwe ya navdar de, bi hev girêdida: „ Ez difikirim naxwe ez heme
Fîlosofê Fransî René Descartes(1596-1650), ku wek yek ji bavên fîlosofiya modern tê naskirinê, weha fikir di hebûnê de û hebûn di fikrê de, di „cogitoya“ xwe ya navdar de, bi hev girêdida: „ Ez difikirim naxwe ez heme“.
Descartes, di qonaxa „gumana mezin“ de, ku guman bi her tiştî, bi erdê û asmanan dikir, gihişte vê fîlosofiya ji gumanê, bi gumanê, û li ser gumanê. Wî ji xeynî aqil, guman bi her tiştî dikir, lewre ew bû yek ji bavên herî giring, yên „fîlosofiya rational“.
Guman û gumankirin, ji bo Descartes hem destpêka aqil, hem jî destpêka hebûnê bû. Herweha gumankirin li gorî fîlosofiya wî, wek qonaxekê ji qonaxên fikir, bîr, bawerî û afirandinê, dihate binavkirinê.
Wate, hebûna li derveyî gumankirinê, nebûn û tunebûn e: Ez guman dikim, naxwe ez heme; ez guman dikim, naxwe aqilê min heye; ez guman dikim, naxwe ez fikir bi aqil û aqil jî bi fikir, çê dikim: Gumankirin destpêka aqilê rational, „aqilçêkirin“, û fikirçêkirinê“ ye.
Di van çend heftiyên dawî de, roman bi Kurdî, ji hêla du romannivîsên Kurd ve(I. Seydo Eydogan & Bavê Nazê), bû ciyê şik û gumanê. Vê gumankirina bi Kurdî, gengeşeyên li ser „hebûn“ û „nebûna“ romana Kurdî, zêde kirin, û pê re „Kurdên romanê“ jî, rabûn ser piyan, û ketin „meşa“ lixweqewimandin û antî-lixweqewimandinê.
Herçende ku gumanên Eydogan(Hevpeyivîna Yado Ciwan: Zimanê kurdî bi çend romanên beradayî ji mirinê xelas nabe, 11.05.10, http://www.rizgari.com/ ) û Bavê Nazê(Hevpeyivîna Mashallah Dekak: Romana kurdî nîn e, 09.06.10, http://www.aknews.com/ ), ne wek hev, bi du „mantiqên tunekirina cihê“, çûne derbirînê jî, lê herdu nerîn, di pirraniya gengeşeyên „Kurdên romanê“ de, heman heman bi yek helwestê tên „mehkûmkirinê“.
Bavê Nazê „gumaneke misoger“ bi hebûna romana Kurdî dike, û dibêje: „romana Kurdî nîn e“. Lê Eydogan gumanê bi „romanên beradayî“, „xwendina û nivîsandina beradayî“, û herweha „nivîskarên beradayî“, dike, û sîgnala „jinavçûyîna“ ziman û wêjeya Kurdî, di paşerojê de, dide: „Zimanê kurdî bi çend romanên beradayî ji mirinê xelas nabe. Dema Elyezer Ben Yehûdayan û Celadet Bedirxanan ji zû ve derbas bûye. Em di dewreke weha de dijîn, ziman karê dezgeh û dewletan in. Divê em hişê xwe bi serê xwe din û piçekî realîst bin. Têgihiştina me ya zimanî û wêjeyî sirf hîssî ye, ji ber wê em qels dimînin. Bi 300 xwendevanan mirov nikare wêjeyekê ava bike û zimanekî ji mirinê xelas bike. Divê em dev ji vê romantîzma siyasî berdin û bi rastî bibin wêjevan û nivîskar. Heta ku dewlet û dezgeh û dibistan nebin, wêjeya kurdî û zimanê kurdî dê tim di bin xetereya mirinê de bin“(1).
Herdu nerîn jî „guman“ in: Yek „gumaneke esih û misoger e“, û ya din jî „gumaneke rêjeyî, mumkin û muhtemel“ e, lê herdu guman jî, bi ya min, kêm zêde, ne „gumanên dîn, nexweş û psychopath“, lê gumanên biaqil û rational in. Yek gumanê bi „hebûna“ romana Kurdî dike, yê din jî gumanê bi „qurtalî“ û „xelasiya“ wê deke, çimkî zimanê wê, hîn jî wek yek ji zimanên, „li ber nemanê“, tê hejmartinê.
Ya rast, nerîna Eydogan(ku wek „zilamê bêedeb“, ji hêla hin „xelkên ronanê“ ve, hate redkirinê)(2), li gorî xwendina min, nerîneke rationaltir, girantir, biargumentir, têrtir û beraqiltir e.
Lê ev nayê wê wateyê, ku mirov nerîna Bavê Nazê, wek nerîneke „li derveyî aqil“, „tewşo-mewşo“, seqet, „nexweş“, û nuh ji „şikeftan“ derçûyî(3), li qelem bide.
Nerîn û „antî-nerîn“, çi dibin bila bibin, lê sûcdarkirina gumaneke weha bi „hebûna“ romana Kurdî(ku ciyê pirsê, kêşe û vekêşê ye) û herweha „tawanbarkirina xwediyê wê(ku li vir Bavê Nazê ye) bi „psychopathiyê“, bi ya min, ne nerîneke di cih de ye.
Ew, ji xwendina nerînê bihtir, „gunehkarkirin“ e, û ji analîzekirinê jî wêdetir „sûcdarkirin“ û „tawanbarkirin“ e.
Ew ji nerînê wek „aktion“ bihtir, reaktion e.
Tawabankirina aliyê din yê xîtabê, bi „nexwşiya psychologî“, xîtabê di „antî-xîtabê“ û duwalîzma „ez jor im, tu jêr î“; „ez sax im, tu nesax î“; „ez biaqil im, tu dîn î“; „ez hem e, tu tune yî“, werdike.
Ya ji vê girantir jî, tawanbarkirina xwedanê hizra „tunekirina“ romana Kurdî, bi „xwebiçûkkirin“ û „xiniziya sipî“ ye, ku ew xwedêgiravî bi hizra xwe ya „nexweş“, „dilê dijminan rihet dike“(4).
Ya balkêş, di van gengeşeyên dawî, yên derbareyê „hebûn“ û „nebûn“a romana Kurdî de, ew e, ku „hebûna romanê“, wek „hebûna“ xwediyê wê, tê nirxandinê. Lewma jî, berevaniya di ber „hebûna“ romana Kurdî de, wek berevaniyeke „pêwîst“, di ber hebûna xwediyên wê(xelkên romanê)de, hate nîşandanê: „Ez romanê dinivîsim, naxwe ez heme“!
Dahênerî bi giştî, û edebiyat bi taybetî, ne „çepereke“ îdeolojî ye, ku mirov hebûna xwe(ji A heta bi Z), di paş hebûna wê de, veşêr e.
Bavê Nazê, ku yek ji romannivîsên Kurd, yên Kurmanciya salên heştêyî ye, wekî her Kurdekî nivîsandinê(çi ji hundirê romanê çi jî ji derveyî wê), mafê guman û gumankirinê bi „hebûn“a romana Kurdî, heye.
Dibe ku rast be, yan jî xelet be. Ev tiştekî din e.
Bi ya min, romana Kurdî heye, lê yê bêje „tune“ jî, ji bo min, ne „li derveyî aqil“, ne „psychopath“, ne jî „xizmetkarê dijmin“, e.
Pirsa gumanê, ne tenê bi romanê, belê bi her tiştî, wek pirseke aqil, biaqil û ji aqil, pirsa her xwedanfikirekî ye.
Çiqasî, guman bi „hebûn“, man û nemana fîlosofiyê hate kirinê, çiqas xedanfikir û xwedanaqilan, gotin: „Fîlosofî“ hebû nebû..lê dîsa her fîlosofî ma û dê bimîne jî.
Fîlosofê Fransî Michel Foucault(1924-1984), ku yek ji mezintirîn û giri ngtirîn fîlosofên nîvê dawî yê sedsala bîstê ye, xwest bi gotina „Sartre fîlosofê dawî ye“, dawiyê li beşekî sax ji fîlosofiya bûneweriyê(Existentialismus), bîne, lê dawî lê nehat.
Çawa Foucault îro heye û pirr tê xwendin û teqdîrkirinê, wisa Sartre jî heye.
Bi „dawîanîna“a Foucault ji bûneweriyê re, Sartre nebû „fîlosofê dawî“.
Berî 128 salan, Friedrich Wilhelm Nietzsche(1844-1900) gumaneke esih bi „hebûna Xwedê“, kir û ew wek „yê ku me bi destên xwe kuştî“, îlan û bi nav kir(Die fröhliche Wissenschaft, 1882). Lê ne wî „bawermendên Xwedê“ wek „nexweş“ û „psychopath, bi nav kirin, û ne jî ew bû „dînê Xwedê“. Ne wî got „keriyên Xwedê“ aqilê xwe xwarine, û ne jî keriyan ew bi „antî-aqil“, tawanbar kirin.
Guman, ne „bêaqil“ e.
Gumankirin, xisleteke ji aqil e. Aqilê gumanê neke, aqilekî „cihparêz“ û sekinî ye. Aqilê bi guman tevnegere, aqilekî „ideolojîk“ û „bawermend“ e.
Guman, wek pirseke biaqil, ji „negativbûyînê“ bihtir positivbûyîn e.
Gumankirina bi hebûnekê(kîjan hebûn dibe bila bibe), ji bo min, dehfd aneke positiv e, ber bi rationalkirin, biaqilkirin û bihêzkirina wê „hebûna berguman“ ve.
Gumankirina bi hebûna „Xwedê“(bo nimîne), ne hewldaneke „şêt“, yan gumaneke „dîn“, û „tewşo-mewşo“ ye, belkû ew ji „aqilê berdest“, „aqilê bawermend“, „aqilê tekûz“ û „aqilê bê guman“ wêdetir, gumanek ji „aqilê çalak“, „aqilê serbizêv“, „aqilê berdewam“ û „aqilê gorankar“ e.
Gumankirina bi „hebûna“ Xwedê, bi ya min, hewldaneke biaqil e, ji bo „biqalkirina Xwedê“, li erdê, û herweha biaqilkirina hemî dînên wî, ku nema têra aqilê mirovê vê serdemê dikin.
Gumankirina bi „hebûna“ romana Kurdî jî(ku berê vê mijarê ye), ji hêla xwe de, wisa positiv, lê temaş dikim.
Ev gumankirina bi „hebûna“ romana Kurmancî, ji aliyê romannivîsekî Kurd bixwe ve, ne „gunehkarî“, belkû gorankarî ye.
Ew, bi vê nerîna xwe ya „tunekar“(û provokativ), dê teqez gelek „pirsên razayî“, li dorûberên romana Kurdî, hişyar bike.
Ew, dê li şûna „baweriya“ bi „hebûna“ romanê, teqez nav di hebûneke biaqiltir, esihtir û bihêztir, bide.
Ew, dê li şûna hebûneke „razayî“, „pasîv“ û „bawermend“, nav di „Kurdên romanê“ bide, daku romanê û hebûna wê, hişyartir, aktivtir, û serbizêvtir, bikin.
Qanûna jiyana bûneweran wisa ye: Her tirseke mezin ji „tunebûn“ û „fewtbûnê“, dehfdaneke paralel ber bi hebûneke esihtir, asêtir û garantîtir ve, diafirîne.
Lewre, bi hezaran institut û navendên lêkolînên zanistî yên navdewletî, hene, ku tenê sîgnalên jinavçûna muhtemel a hin „hebûnan“, li ser rûyê vê dinyayê, didin.
Zimanê Erebî, ku hem zimanê „fêrmî“ yê Xwedê(Allah), buheşt û asmanan e, û hem jî zimanê 22 dewltên Erebî û dora 340 milyonî ye(li gorî satatistikên 2007an), berî salekê(raporta atlasê zimanên li jêr gefê, 2009) ji hêla UNESCO ve, wek „zimanekî li jêr tehdîda nemanê“, hate ragihandinê.
Bê guman, ev sîgnal e. Wate, eger hat û wisa Erebî, wek zimanekî „bawermend“ û „dîndar“, ji hêla dewletên Erebî ve, li asmanan ma, dê „Zimanê Xwedê“ jî, di paşerojê de, wek „zimanekî mirî“, fatîhe li ser rihê wî, were xwendinê.
De ka em bi zimanê hejmaran, berê xwe bidin romana Kurmancî.
Li gorî statistika Eydogan, 89 romannivîsên Kurmanc 171 roman heta aneha, nivîsandine. Ji wan 62 romannivîs, û 121 roman paş 1999an, derketine(5).
Ev tê wê maneyê, ku her Kurmancek(Eger em hejmara wan 30 milyonî berdin) bi 0,0000057 romanê ye, yan jî para her 100 000 Kurmancî „nîv roman“ û hindek e(0,57).
Eger em sala par(2009) wek mînak werbigrin, ku dora 10 romanan hatine weşandinê, her milyonek Kurmanc, di salekê de, dê „ribrk roman“( 0,3), bigihe wan!
Êdî, di trajediyeke weha de, ku hebûna Kurmanciyê bixwe, di bin gefê de ye, aya „hebûna“ romana Kurdî, dê çi bike?
Li gorî raporteke UNESCO(Atlasê 2009) 2279 ziman(Kurdî jî di nav de(6)) li jêr xeternakiya jinavçûnê û tunebûnê de, dijîn. Ji wan 538 ziman, li ber mirinê ne, çimkî yên bi wan danûstandinê dikin, tenê kal in(7).
Li gorî heman raportê, sedema herî sereke, a jinavçûna zimanên di bin gefê de, ew e, ku zimanê dayîkê ne zimanê fêrmî, sazî û organên dewletê ye; ne zimanê perwerde, hînkirin, xwendin, danûstandin, aborî, eskerî û siyasetê ye.
Lewre, bi demê re, zimanekî din(zimanê dewletê) şûna zimanê dê digire, û hino hino ew zimanê dewletê, yê „bihêz“ û „kartêker“, dibe „zimanê zarokan“, ango zimanê paşerojê.
Li gorî kriteriyên UNESCO, zimanê ku 30%(bi taybetî zarok) ji xwediyên wî pê xeber nedin, û danûstandinên rojane bi wî nekin, ew teqez li jêr tehdîda mirinê ye(8).
Li pey boçûnan hin zanyaran, nîvê zimanên dinyayê(ku dora 6700 zimanên zindî hene), dê di sedsala bîstûyekê de, ji nav her in(9). Pirraniya van zimanên li jêr tehdîdê dijîn jî ew in, yên ku nebûne zimanê perwerdekirin, dibistan, ragihandin(bi taybetî tv) û bazarê.
Tenê li Australia 102(li gorî hin çavkaniyên din 231)(10) zimanên herêmî, li ber mirinê ne(11).
Di dema keşifkirina Amerika de(1492), ku bi destên Christophe Colombos ê Ispanî hate „vekirin“, 300 zimanên herêmî(ji 50 famîleyên curbecur), hebûn.
Li gorî heman „Atlasê zimanan“(2009), ev hejmar di 1950 de, daket 192an. Di van 60 salên dawiyê de, ji wan 53 zimanên din, mirin, û tenê 139 ziman, mane, ku îro li Amerika, wek „zimanên zindî“, tên naskirinê. Lê raport metirsî û endîşeyên xwe bo pareke mezin ji van zimanên îro li Amerika zindî jî, eşkere dike û dibêje, ku 25 ziman ji wan li ber mirinê ne, çimkî ew nema zimanên zarokan“ yên „dayîkê“ ne, û 71 zimanê din jî, ji ber heman sedeman, dikarin hîn bimirin(12).
Dema ku tehdîdeke wisa mezin, li welatekî weke Amerika, li ser zimanên „ne fermî“ hebe, gelo tehdîda li ser Kurdiya „ne-fermî(ku zimanê romana ciyê „pirsa gumanê“ ye), di welatên ku Kurdistana „ne-fermî“ di nav „fermîbûyîna yekta“ de(sînorê yekta, dewleta yekta, ala yekta, zimanê yekta, û aqilê yekta), bi zora heftê û heft belan, dijî, dê çawa û di çi astê de be?
Naxwe pirs li vir, ji pirsa „hebûn yan tunebûna romana Kurdî“ wêdetir, pirsa „man û nemana“ Kurmanciyê bixwe ye: Aya Kurmancî dê çiqasî bikaribe, li jêr van metirsî, gef û tehdîdên li dar, were qurtalkirin û zindîkirinê.
Pirsa mezin, ne pirsa Kurmanciya îro di romanê de, û romana îro di Kurmanciyê de ye, ku herdu jî bê guman îro hen e, û dijîn jî.
Lê pirs pirsa garantîkirina hebûna wan di siberojê de ye, ku li gorî lêkolînên UNESCO, paşerojeke nediyar û di bin gefê de ye.
Romana Kurdî, îroj hebe, yan nebe, serkeftî yan binkeftî be, bejinbilid yan bejinkurt be, halê hazir, ne rêya xelasiya zimanê Kurdî ye.
Ziman, ne tenê roman, yan jî edebiyat e.
Ziman ne tenê mala nimêj û selewat, duwa û dirûze, çîrok û çîvanok, roman û helbestan e.
Ziman, danûstandin, rabûnûrûniştin, ragihandin, dîrok, ciyografî, siyaset, dewlet, bazar, artêş, zanist û fîlosofî ye jî.
Gelo Kurdiya îroj berdest(Roman û ne-roman), têra vê qasê û vê jiyana îro pirr rengereng, dike?
Dil dixwaze, ku Kurdî ji wisa têrtir û zindîtir be, lê aqil û hejmar tiştekî din, dibêjin.
Ya bi Kurdî ji vê hîn giringtir jî, ev e: Gelo çend Kurd, îro li seranserî 40 milyonên pêncperçe(Kurdên Qefqasya jî di nav de), bi Kurdî difikirin, dixwînin û dinivîsin?
Amed, ku wek paytexta Kurmancan û Kurmanciya wan, hatiye naskirinê, gelo ji wê çend zarok, yên „paşaroja Kurmanciyê“ ne?
Eger statistîkek li ser temenê nivîskarên Kurd, were çêkirinê, gelo çend prozent ji wan dê „nivîskarên ciwan“ bin?
Nivîskariya bi Kurdî bi giştî nivîskariyeke „Pîr“ e, yan jî ber bi pîrbûnê ve diçe. Ew jî, heman heman wekî siyaseta bi Kurdî, nayê ciwankirinê.
Sedem jî bê guman diyar in: Her tişt bi Kurdî, li gorî hesabê mezinan e, lê hesab bo „zarokan“, ku paşeroj in, qet tune ye.
Her tişt, bi Kurdî, bi mezinan dest pê dike, û bi wan jî, dawî tê.
Kurdî jî(bi taybetî Kurmanciya jorîn, ku hîn jî ne zimanê fêrmî yê dewletê ye), em bixwazin nexwazin, hino hino kal dibe; hêdî hêdî zarok jê derdikevin, û dibin zarokên zimanên din(zimanê dewletê).
Ne Kurdî ji zarokan re proje ye, û ne jî zarok projeyê wê ne.
Lê wekî Kurmancên pêşî gotiye: „Aqil bi Kurdî ji paş ve ye“!
Jêder û çavkanî
[1] http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1475
2 http://www.welatperwer.com/siroveyen-tews-lokman-polat
3 http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=702
4 http://www.avestakurd.net/author_article_detail.php?article_id=706
5http://www.rizgari.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=1475
6 http://de.wikipedia.org/wiki/Bedrohte_Sprache
http://www.kurdmania.com/Forum-top-UNESCO-Vom-Aussterben-bedrohte-Sprachen-3815.html

7http://www.america.gov/st/diversity-arabic/2009/June/20090626160531ssissirdilE8.063906e-02.html
9http://www.bundestag.de/dokumente/analysen/2009/bedrohte_sprachen.pdf
10 http://aawsat.com/details.asp?section=4&article=437886&issueno=10523
11 http://www.america.gov/st/diversity-arabic/2009/June/20090626160531ssissirdilE8.063906e-02.html
12 http://www.america.gov/st/diversity-arabic/2009/June/20090626160531ssissirdilE8.063906e-02.html
Nebîev û „kurdîkirina Islamê“ , 06.09.2010
Weha axivî Kurdistan! (2) , 25.08.2010
Kurdistana Remezanê , 16.08.2010
Weha axivî Kurdistan! , 04.08.2010
Romana Kurdî û Pirsa „gumanê“ , 16.06.2010
Zimanê „dijmin“..zimanê „dost û yar“! , 03.06.2010
Girrê nivîskaran , 17.05.2010
Mirina li ser mirinê! , 02.05.2010
Fîlosofiya şaşiyê: werin em şaş bibin! , 31.03.2010
Dînê nivîsandinê! , 24.02.2010
Adetên gulan , 14.02.2010
Xweda(yek) asmanan bilind nake! , 23.01.2010
Pirsa nivîsandinê , 07.01.2010
Daniel Peips, „Qur’ana nerm“ û Erdogan , 01.12.2009
Mîrê êzîdiyan û penaberiya „hebandiz“ , 15.11.2009
Heftiya xeyal! , 27.10.2009
Mizgeft jî bextewer in, ku „tirk“in! , 08.10.2009
„Girtina Kurd“ , 20.09.2009
Trajediya „aqilê“ peyvê (2/2) , 13.08.2009
Ez û Xwedê jî bi serok re!!! , 30.07.2009
Trajediya „aqilê“ peyvê(1/2) , 18.07.2009
Rewşenbîriya bi Kurdî „durû“ , 30.06.2009
Şêxê Qur’ana dawî , 03.06.2009
Kurdên Binxetê: Zindanek, kolanek û 17 muxtar , 18.04.2009
Êdî „Kurdên Şeytên“ jî dibin „Kurdên Xwedê“! , 10.04.2009
12ê Adarê: Ku xwîn dibe „folklor“! , 22.03.2009
- Gotarên hatine şîrovekirin


ŞÎROVEYÊ LÊKE
HEMÛ
DERXE SER KAXET (PRINT)