
Hesenê Dewrêş
heseni_dewres@hotmail.com
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-04-17 11:17:27
“Edebîyat, rojnivîska neteweki ye, çîroka rabirdû,niha û pêşe roja wî ye. Wek yekûnekê, kanona edebîyatê ya ku çîroka netew qiset dike, li ser hîsa hemwelatîyê netewekî yekbûyî
Kanon di zimanê yewnanîya kevn de dihat wateya qanûn, rê û rêbazê. Bi kurtasî di roja îro de “kanona wêjeyî”, di nav civakekê-komekê de navê nivîskarê/a-berhemê ku pir pesnê wê tê dayîn e; navê pêvajoya ku ji teref medya, çapxane, antolojî, kovar, nivîskar, malpêr û hwd. Yî ku bi pesn, şîrove, nasandin û rexneya yî ku ji bo populerbûna nivîskar-berhemêyî tê kirin e. Berhem serkeftî dibe qels dibe, bes ku di rêya îdeolojî û sekna wê dewletê an wê komê de be, eva ya bes e ji bo ku hin nivîskar, rewşenbîr, çapemenî û rexnegir wê derxin pêş. Lîsteya navan helbet ne hew ji teref dezgehan ve tê çêkirin, îddîaya min ne ewe ku kanon di demek kin de bi midaxalenî îdeolojîk tên avakirin, bi rastî jî mijara avakirin û xerakirina “kanonên wêjeyî” hêjayî lêkolînek zanîstî ye. Em ji kûderî bidin ber xwe bidin, emê bibînin ku “kanona wêjeyî” bi hin midexaleya “heskirinek çêkirî” ye.
Mijara vê nivîsê çend şaxên bi hev ve girêdayîn e. Mijara sereke “kanona edebî” ye helbet, lê bo ku mesele hebekî ji hev bê veçirandin ezê hebekî têkevim nav bexçeyên cîranê vê mijarê jî. Wek mijara “Netew û Roman”2ê. “Weke avahîyek sîyasî û çandî pênegirêdana netewyî ,bi romana ku qala taybetîyên ku wê ji neteweyêndin cûda dikin pirr zehmet e.”2 Tiştê sereke yî ku wê “cimeata mûxeyyel”3 tîne ba hev û keseyatên wê li ba hev dihêle ziman e. Bela ku her çand di nav zimanekî de dilive, diperpite, xwe nû dike û bêhnê dide û distîne. Rêya nûjenkirina zimanekî jî, di nivîsa nesrê re derbas dibe. Bela ku roman avakirina cîhanekê ye, bi pêşdexistina zimanekî weke zimanê edebîyatê, bi rêya nesrê mimkûn e. Helbest wî zimanî bi tac dike. Belkî jî yek sedemên pêşdeneketina zimanên kurdan, kêmbûna nivîsên pexşan(nesr) e. Heya berî niha bi çar pênc salan mirov dikaribû bi gota helbest serdestê kûrteçîrok û romanê ye di zimanên kurdan de. Lê van salên dawî weke ku hebekî rewş tê guhertin. Bi rêya rojname, kovar û malpêra nesr bi hawakî berbiçav bi pêjde dikeve. Kurteçîrok û romanên ku têne weşandin derî û îmkanenî nû li ber xebatkarên li ser zimanên kurdan vedikin.
Ji sala 1995 an vir ve romana kurda bi hawakî berbîçav di nav tevgerek germ de ye. Mirov dikare dinav sedemên vê tevgera germ desketinên başûr, xebatên kurdên li diyasporayê (bilhese jî ê li Swêdê), guhertinên li bakûr,çêbûna medyayek kurd û îmkanên ku bi înternetê derketine bijmêre. Digel hemû neyînîya di vî bîst salê dawî heyfa sedsala tê hilanîn.
Digel hemû tevgerên di nivîsa kurda de mîrov hîn jî nikare qala “romanek kurdî” bike. Ji ber vê yekê jî di şuna “zimanê kurdî”, ez dibêm “zimanên kurdan” û di şûna “romana kurdî” de ez dibêm “romana kurda”. Belkî gotina “romana kurda” jî qesta min derbas bike, ji ber ku kevirên netewetîya “kurd” jî hîn li cîhê xwe tam runeniştin e. Her çiqas derûdorên nivîsê di serê nivîsa xwe û dawîya nivîsa xwe de bibêjin “kurdî” jî , ev hêvîyek e , daxwazek e yan wek ku Remezan Alan dibêje ev “nîyetek” e. Ku em vê hêvîya sîyasî bincilik bikin, di navlêkirina kurda yî di nav xwe de,zimanekî bi navê “kurdî” tune ye. Qest ji vî zimanî zimanên kurda ne, hetta li bakûr gellek cara ji vî zimanî qest kurmancî ye. Mirov binavkirina biyanîya yî “kurdî” dikare fêm bike. Lê “kurdîya” kurda, di roja îro de hew hêvîyek e. Bi xwendineke diser re mirov dikare bibêje avanebûna romana kurd, avanebûna zimanê kurdî ye.
Bi mijar û şandeyên xwe gellek roman û kûrteçîrokên kurdan,vê birînê di bîra me de tînin û vê hêvîyê zindî dihêlin. Di romana Helîm Yûsiv “Gava Ku Masî Tî Dibin” de dinav şervanan de, ji bajarên ku her çar perçeyan temsîl dikin şervan hen e. Ev şandeyek ji yekqederî ya mirovên her çar perçan e. Mala Masî li Binxetê û a apê wî li Serxetê ye. Lehengekî Enwer Karahan, hildikişe serê keleha Mêrdînê û ji wir li Amûdê dinêre, digel ku wêderê qet netîdîye xwe weke şênîyekî wêderê hîs dike. Disa di romana Helîm Yûsivî bi navê “Tirsa Bê Diran” de “Eger rojekê kesek ji we li tirsê rast hat , jê bipirsin bê li ku ji dayîk bûye. Wê ji we re bêje li wê çargoşeya ku di navbera Sûrî, Tirkî, Îran û Iraqê de ye.” tê gotin. Di romanên mîna “Janî Gel” - Îbrahîm Ehmed, “Rojnivîska Spînoza”- Şener Özmen, “Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê”- Mehmet Uzun, “Gotinên Gunehkar”- Hesenê Metê de jî bênavî yan temsîlîyeta wanî bi çend tîpan a cîyan şandeyek ji wekhevîya rewşa bajarên ku kurd lê dijîn e.
Bi kinayî di romanên kurdan de şiûr, nîyet, hêvî û hestên netewetîyê hen e. Lê gelo romanek ku hew li nav kurdên bakûr yan yeke ku hew li nav ê başûr û rojhilat bê xwendin-çapkirin çiqasî dikare bibe romana kurda gişa? Romanek ku hew bi soranî hatibe çapkirin û xwendin yan yeke ku hew bi kurmancî hatibe çapkirin û xwendin çiqasî dikare bibe romanek “kurdî”? Romanek ku hew bi tîpên erebî xwendina wê mimkin be, ku hew bi tîpên erebî hatibe çapkirin, yan yeke ku hew bi tîpên latînî hatibe çapkirin û bi tîpên latînî xwendina wê mimkûn be çiqasî dikare bibe romanek “kurdî”? Her wiha yeke ku bi tîpên kirîlî hatibe çap kirin, yeke ku bi zazakî hatibe nivîsandin çiqasî dikare bibe romanek “kurdî”? Her çiqas di navbera kurdên Binxetê û ê Bakûr, û dinavbera kurdên Başûr û Rojhilat danûstendinek germî wêjeyî hebe jî, têkiliyên wêjeyî yî dinavbera Bakûr û Başûr, ê di navbera Bakûr û Rojhilat hîn jî gellekî sistin.
Di demên dawîn de hin pirtûkên mîna “Eroûtîka” û “Çil Çarîn” ya Arjen Arî bi du alfebeyan derketine jî hene. Ji bo helbestê belkî ev îmkanek be, lê bo pexşanê ev rê, ne karekî hêsan e,û di pratîkê de jî wê gellek pirsgirêka derxe hemberî me. Hewla ku televizyonên wek Roj TV, Kurdistan TV û Kurdsat têdene jî bi vî rengî ye. Di weşanê de bikaranîna du elfabeya, belkî heta radeyekê me ber bi hev ve bibe, lê di pêvajoya dirêj de wê ev jî pirsgirêkine nû derxe hemberî me û pirsgirêka heyî jî ji holê ranak e.
Bi kinayî, weke gellek pirsgirêkên kurdan meseleyên liser ziman û nivîsê jî mixabin ku bi rewş û sekna sîyasî û a aborî girêdayî ne. Û ez bawerim ku wextê me jî tune ku em vaya ligor giringiya wan, wan têxin rêzê û yek bi yek wan çareser bikin. Di pêvajoya îro de em mecburin ku çend heba ji vanan bi hevre çareser bikin, yan ku em nikaribin bi temamî çareser bikin jî, hin şaxên wan bi rê bikin da ku em hebekî din zûtir ber bi wê cimeata muxeyyel ve biqedimin. Bo hestên netewetîyê geştir bibin, liber çava ye ku hewceyî bi bîr û bawerîyek hevbeş heye. Belê bi qeysa ku hûn bê bes, êşên me yî hevbeş hene, lê ez ne di wê bawerîyê de me ku bi qeysa têr bike romanên me yî hevbeş yan nivîskarên me yî hevbeş, ê ku di “bîra” me de cî girtibin hebin.
Ku em vegerin mijara xweyî sereke “kanona wêjeyî”, ez dikarim bibêjim ku ji ber van sedemên pirsgirêkên ziman û hin pirsgirêkên teknîkî, ê weke belavkirin-çapkirinê kanonek wêjeyî, ecibandinek xwendevan tune ye. Em vêya ji ku dizanin? Digel ku îstatîstîkên berfireh di destê me de tune ne jî, heya roja îro ti pirtûkên ku çend çara hatîne çapkirin min ne bihîstîne. Hin romanên ku bi kurmancî hatine nivîsandin û ji kurmancîyê wergerandine tirkî,yan bi soranî hatine nivîsandin û wergerên wanî farisî-erebî derketine belkî çend çaran hatibin çap kirin. Lê berhemên bi zimanên kurdan, bi van zimanan gellekî kêm tên xwendin. Romanên kurdanî ku atmosfera erdnîgarîya kurda ji xwe re çarçove girtine û dinav wê cîhanê lehengên xwe bi rih dikin, gelkên caran nanokîyên di hindirê kesayetan nabînin yan bincilik dikin. Bi çîrok, tema û hestên nas, zordarîya ku li kurdan hatîye/têkirin û berxwedana kurdanî li dijî van mêtinkarîyan weke belgeromanan tên nivîsandin. Ev rastîyek nivîsa kurdan e û li gor rewşa milîtanbûna zimanên kurdan e jî. Digel bi kar anîna vê atmosferê romanên mîna “Ezê Yekî Bi Kujim”(Firat Cewrî) ê ku kurahîya hestên leheng zevt dikin, nakokîyên hindirên wan,êşên ku ji hebûnê tên dibînin û biziman dikin jî tên nivîsandin. Yan romanên wek “Gotinên Gunehkar” (Hesenê Metê) ê ku ji vê atmosferê dur lê bi pirsên qedîm dadikevin û bi her awayên xwe lehengên xwe bi rih û goşt û hest dikin jî tên nivîsandin. Mirov dikare heman tiştî ji bo kurteçîroka kurdan jî bibêje. Çîrokên Hesenê Metê, ên Enwer Karahan, ên Helîm Yûsiv, ên Selehattîn Bulut hwd. hêjaye ku mirov liser bixebit e. Her viha ji ana şikil û vegotinê jî romanên mîna Mîrname, Gava Ku Masî Tî Dibin, Ezê Yekî Bi Kujim, Saturn, Gotinên Gunehkar, Roj Nivîska Spînoza, Xadim, Hêvî Herdem Heye, û hin berhemên Mehmet Uzun bi gellek hêlên xwe hijayî balê ne.
Yanî her çiqas romana kurda ne xwedî dîrokek kevn be jî, (yan jî ku destpêka wê kevn be jî jiber zemanê wenda nû tê hesibandin), mîna wêjeyên din pirrengî ye. Şopên gellek cûreyên rêbazên edebî tê de hene. Berhemên serkeftî û ê bi hin endîşeyan hatine nivîsandin hene. Lêgerîna rêyên vegotinê yî nû bi berçav e. Jimara romanên kurdan îdî bi sedan tên jimartin, hew li Bakûr jimar sedî derbaskirî ye. Lê mixabin dest ji kanonek li nav kurdan hemûyan berdin, mirov nikare qala kanonek zaravayî jî bike.
Li ser navê Mehmed Uzun gellek niqaş hatin kirin. Ji ber hin gotinê wî yî mîna “nivîskarê romana kurdî yî yekem ezim”(1999), ji ber pêvajoya wî yî di dadgehên Tirkîye yê de û di vê pêvajoyê de piştevanîya navên mîna Nadine Gordîmer, Gunter Grass û Elîe Wiesel ku xwedîyên Xelata Nobelê bûn û ji ber têkilîyên wî yî entellektûelî bi biyanîyan re, van niqaşan gellekî deng dan. Bi vê dengdanê navê Mehmed Uzun ligellek cîyan belav bû. Wergerên pirtûkên wî yî bi tirkî bi dehan cara çap bûn. Helbet Uzunî jî zanibû ku berîya wî him di kurmancî de him jî di soranî de roman hatibûn nivîsandin. Di sala 1996 de wî bi xwe spasîya xwe ji Erebê Şemo re dikir û qala Hêlîna Mahmut Baksî dikir.4 Bi vê rewşa Uzunî belkî yekem car bû ku wisa bi berfirehî romana kurda dihat niqaş kirin û li ser dihat peyivandin. Hin kesan Mehmed Uzun bitena serê xwe weke kanonekê dît lê gellekan jî, belkî ji ber gotinê wî yî bixwebawer ew gellekî rexne kirin û edebîyata wî gellekî ji rêzê dîtin. Di encamê de sebep çi dibin bila bibin ti nav yan berhemê dinî ku mîna ê Uzunî bên niqaş kirin çê nebûn.
Kanon ne hilberîneke dem bûhûrî ye, ne qudsîyet û mitlaq kirina hin metnan e. Wek ku min di serî de jî got; kanon tên avakirin jî û tên xera kirin jî. Li ser navê wêjeyê, di pêvajoya avakirin û xerakirina kanonan; mesafeyên ku tên stendin erdnîgarîya wêjeyê bi gûlên renge reng di xemîlînin, ji wan gûlan tovên nû dikevin axê, ji wê axê kulîlkên nû şîn tên, ji wê şîniyê bêhnên nû û xweş difûrin. Lîsteyek nivîskarayî-berhemayî her xwendevanî heye, ku ev lîste bi terefgirnî pirr derkevin hemberî lîstenî din, wê gav em dikarin bibêjin atmosferek wêjeyî li nav wê civakê heye. Kanon ne pîvanên pêşhûkmî ku di şûna xwendevan de berhemê di wezinînin û meyla wî tayîn dikin in. Ji bo dînamîzma edebîyatê û hêsankirina xebatên li ser edebîyatê jî kanon tiştekî ku pêdivî pê heye ye. Wê kanonên wêjeyî, ji wê bûka nazenînî ku çavê kesekî pênakeve û çav hemû jî libendebûna wê betîlîne, ji rexneyê re jî, rêyek rohnî û têdemeşandina wê hêsan veke. Weke ku Jale Parla dibê: “Zaten toreya rexneyî jî bi wateyekê ji şerê kanonê, yanî sazkirina kanonan, domandina wan, niqaşkirina wan , guherandina wan, pê de pê de ji têkoşîna înkarkirina wan ve pêk tê”.
WEK ENCAMÊ
Mebesta vê nivîsê ne çareserkirina standarkirina ziman e. Ji ber wê jî min ti pêşniyarî û rêyên acîl nedan ber xwe û tu kesî. Min xwest ku ez niqaşên li ser vê mijarê di bîr de bînim û wêneyekî rewşa heyî bikşînim. Ji ber ku weke gellek pirsgirêkên kurdan ku bi hev girêdayî ne, ev jî bi mijara minî sereke girêdayî bû. Her wiha sedemên kêmbûna xwendevanan, pirsgirêkên weşanxaneyan û belavkirina pirtûkan, sedemên tunebûn an qelsîya rexneyê, bi hev girêdana netewetî û romanê, dîroka nivîsa kurd an dîroka romana kurda, têkiliyên di navbera zaravayan de hwd. ku her mijarek ji vana bi serê xwe karin bibin mijara lêkolîneke berfireh û ku her yek ji vana bi serê xwe hîmeyekî li ser rêya “kanona wêjeyî” ne, ne hedefên vê nivîsê ne, belkî bi bîranîna vana, hin sebebên çênebûna kanonên wêjeyî min xwest ku bînim ziman. Digel vê çênebûnê, hewceyîya bi wê, rê yê ku wê li ber wêjeyê û bazara wêjeyê veke min xwest ku hebekî nîşan bikim.
(1) Gregory Jusdanis- werger ji Bendname ya Remezan Alan hatîye girtin
(2) Haşîm Ehmedzade- Ulus ve Roman
(3) Benedict Anderson- Hayalî Cemaatler, Gellner dibê netew tê çêkirin, neteweperwerî li cîyê ku netew tinin wan îcad dike
(4) Mehmed Uzun- Ziman û Roman
Têbinî: Ev nivîs di kovara W'yê, di hejmara 31'ê, di dosyaya li ser romana kurdî de hatiye weşandin.
BER BI ROMANA KURDÎ VE , 17.04.2010
BI DERENGÎ DENGEKÎ BI RÊXISTINÎ-1 , 07.12.2009
Xwendinên Pariltiyî zimanê di romana “Kurdî” , 29.10.2009
VEGOTINEK HÊJA-ROMANEK NEBÛYÎ , 23.10.2009
MİJARÊN MÎQRO , 21.06.2009
Du dilop , 25.03.2009
Duayê êvarê , 22.03.2009
Lİ SER MESELA KERDİZ Û GURÎTÎYÊ , 21.01.2009
- Gotarên hatine şîrovekirin


ŞÎROVEYÊ LÊKE
HEMÛ
DERXE SER KAXET (PRINT)