
Keya Îzol
keya_izol@bredband.net
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-04-13 00:00:55
Dema rewş wiha be, berdevkên dewleta dagîrker vê rastiyê ji bo gelê xwe nebêje, xelqê wan ên ku bi salan bi hestên nijadperestîyê hatine perwerde kirinê bêtirs cesaret dikin ku êrîşê Ahmed Tirk û hevalên wî bikin, êrîşê kurdên ku li rojavayê Tirkiye dijîn, bikin.
Êrîşkerî/hovîtiya li hember serokê berê yê DTP Ahmed Tirk ne tenê li hember şexsê wî bi xwe ye, lê belê rasterast li hember hebûna kurdan, li hember deng û daxwaza kurdan e.
Tirkên ku li hember hebûna kurdan bêtahamulî nîşan didin, ên ku hazir in "hestên" xwe yên qirêj bi rêya şîddet û tundî bînin ziman li her derê Tirkiyeyê bi dehan, sedan û hezaran hene.
Piranîya tirkan wusa difikirin. Li gor wan Tirkiye tenê welatê tirkan e û cihê kurdan wek milletek di li wê tune ye. Nasyonalîzma wan gellek kûr e û bi sedan salan bi destê dewleta kemalîst, bi fikrên nijadperestîyê hatiye ava kirin.
Heta dewleta wan, hukumet û serleşkerên wan nebêjin bes e wê tirk û nijadperestiya wan li hember kurdan dom bike.
Piştî hilbijartina 2007 an û vir de, piştî ku DTP li ser navê kurdan li Parlamentoyê dest bi xebata xwe kir me hem di nav Meclîsê de hem jî li gellek bajar û deverên Tirkiyeyê gellek êrîşên bi vî rengî dîtin. Hejmareka mezin a endamên meclîsa wan heke keys bikeve destê wan û ji dinya netirsin wê di çend rojan de hemû endamên DTP/BDP bi rêya şîddetê ji wir derxînin.
Di heqîqet de ferqeka mezin di nav wan de tune ye.
Kurd çiqas hewl didin bila bidin fikrên nasyonalîst/nijadperest ên tirkan nayin guhertin.
Daxwaza demokrasi û aşitîyê tenê wek gotinên bêmana dimînin.
Nêzikî heşt meh in pêvajoyeka bi navê "vebûna kurd" li Tirkiye tê mineqeşe kirin. Ji ber bêtahamulîya nasyonalîzma tirkan berdevkên Hukumetê gav paşde avêt û navê pêvajoyê sê caran guhertin. Tiştê ku îro di nav civata tirkan de tê nîqaş kirin alaqayê wê bi pirsa kurd nîne.
Herweha çend meh in mineqeşe li ser guhertina destûra bingehîn jî dom dike. Pêşniyara guhertinê li ser navê Hukumetê di 27 maddeyan de hat hazir kirin, Parlamento wê van rojan li ser biryar bide.
Di guhertina destûra bingehîn de jî pirsa kurd wek pirs cîh nagire.
Helbet wek herkesekî demokrasîxwaz ez jî guhertina hin maddeyên destûra bingehîn wek pêngaveka girîng dibînim û divê were piştgirî kirin. Destûra binhegîn ku dema faşîzmê hatiye hazir kirin di pêşîya demokrasiya Tirkiye de astengeka mezin e.
Lê gava ez wek kurdekî "vebûna kurd" û çarçova guhertina destûra bingehîn dinirxînim gellek vekirî dibînim ku di rojeva tirkan de tu guhertineka berbiçav ji bo me kurdan tuneye.
Heta nasnameya tirkbûnê, navê komara Tirkiyeyê, ala tirkan neye guhertin, heta hebûna kurdan wek millet û zimanê kurdî resmî neye qebûl kirin ê çawa aşitî û demokrasî li Tirkiye pêk were?
Pirsên ku rasterast bi pirsa kurdan ve girêdayî, beriya hemû maddeyên dî yên destûra bingehîn hewcêdariya guherandinê ye û divê îro werin nîqaş kirin.
Demokrasiya Tirkiye li wê xetimîye.
Pirsa kurd û çareseriya wê kilîta demokrasî û îstîkrara Tirkiye ye. Pesinandina maf û azadiyên kurdan dikare pêşîya demokrasiyê veke.
Hem ji bo kurdan hem jî ji bo tirkan tu pirs ji wê girîngtir nîne.
Dema rewş wiha be, berdevkên dewleta dagîrker vê rastiyê ji bo gelê xwe nebêje, xelqê wan ên ku bi salan bi hestên nijadperestîyê hatine perwerde kirinê bêtirs cesaret dikin ku êrîşê Ahmed Tirk û hevalên wî bikin, êrîşê kurdên ku li rojavayê Tirkiye dijîn, bikin.
Pirsa ku îro li bendî bersîv, ev e.
Gelo di van şert û mercan de kurd û tirk ê çawa karibin bihevre di nav civateka hevbeş de di nav aşitî û aramî de bijîn?
Êrîşa li hember birêz Ahmed Tirk bi tundî şermezar dikim û jê re şîfa xêrê dixwazim. Li hember hovîtiya tirkan divê em bêdeng nemînin.
Dîmenên "Biratiyê" , 01.08.2010
Êrîş li hember daxwaza kurdan e! , 13.04.2010
Ordiya tirkan ji Kurdistanê derkeve ! , 26.12.2009
ŞERÊ DAWÎ , 21.11.2009
Zimanê tirkan , 16.10.2009
Îmaj....! , 18.09.2009
Ne bes mafê ziman, mafê ala rengîn jî...! , 24.08.2009
Tercîha Gel , 28.07.2009
Hilbijartin û Hêza Gel , 20.07.2009
Dîmenên rojane , 05.06.2009
Kî mêvan, kî mazûban ? , 25.03.2009
Hilbijartin û demokrasî , 22.03.2009
Reş û Spî , 21.01.2009
- Gotarên hatine şîrovekirin


ŞÎROVEYÊ LÊKE
HEMÛ
DERXE SER KAXET (PRINT)