GOTARÊ PARVEKE:       MEZINAYIYA TÎPAN:   10 Punto 12 Punto 14 Punto 16 Punto    




Aylin Unek
aunek7@hotmail.com
Di çîroknivîsiya kurdî de Enwer karahan
NETKURD
Aktuelbûn: 2010-01-16 13:45:08


Di çîroknivîsiya Karahan de têkiliya xwezayê û mirovan ji xwe re çiyekî fireh vekiriye ku bi tevayî di edebiyata kurdî de tê xuyakirin


Kêfxweşiyeke ku mirov xwîner be. Ez ji wan nivîskaran hez dikim ku ew dînamoyên mejiyê min têxin hereketê û ew rêyekê bidin ber min ku ez ji xeyala labîrentên hevokan rêyeke xelasiyê bibînim ku ew ji herfan pêk hatine û ew di nav hev de asê bûne; ew hişê min bi vir de û wê de bibin û ew di rêwîtiya di navbera rêzan de xeyalên min ber bi fikirandinê ve sewq bikin. Ji ber ku gelek caran him nivîsandin û him jî xwendin rapelikandineke xwebixwe ye. Nivîskar pîmî dikişîne û xwendevan dikeve dewrê. Eslê edebiyatê jî ev e. Teva ku nivîsa min a bi navê ”Ez ji dewletê xeyidîm” nivîseke quncikê jî bû, bala min kişand ku ji heman sebebê bala xwendevanan kişand û hiseke cûda bi min re çêkir.

 

Teva Derrîda jî hemû rexnegir li ser fikra ku edebiyat ”di navbera metnan de ye” hemfikir in. Lê dîsa jî ez sirekê bidim we ku macereya min a bi edebiyata kurdî re bi Mehmet Uzunî destpêkir û min fahm kir ku di eslê xwe de edebiyat di navbera rêzan bi xwe de ye. Yanî tam di navbera rêzan de…

 

Mayakovskî dibêje: ”Belkî ez bi rûyê xwe ji hevîrê însanan in, yanî wek herkesî.” Baş e, lê dû re… Mehmet Uzun dipirse ku dû re çi bû? Bersiva wê ew bi xwe dide. Ne cenewarekî heft serî, lê yekî heftêûheft serî çêbû.

 

Heger em bala xwe baş bidinê, em ê bibînin ku di edebiyatê de û heger em ji navbera rêzan li jiyanê bi xwe binêrin, em ê bibînin ku bingeha hemû teorî, têgeh û îdeolojiyan însan û hisên wan bi xwe ne. Nemaze jî nivîskarên kurd di nivîsên xwe de rastiya mirovên ji ber şerên bi salan ku mecbûr mane ji ser axa xwe bar bikin, zulma ku wan dîtiye, perçiqandin û zahmetiyên însanan hin caran bi rêya rûyê siyasetê yê cemidî xwesiye xwe îfade bike, ew bi rêya edebiyatê wan bi goşt û hestî dikin û bi hisên herî balkêş û naîf radixin ber çavan. Wek min di nivîseke xwe ya din de jî gotibû, hisên însanan di hundirê qilifan de bi awayekî dinê xwe dide der û di nava xwe de bi awayekî dinê dijîn.

 

Ne mimkun e ku ji hêla xwedevanan ve çîroka kurdî di hundirê çargoşeyekê de bê hezimkirin û qîmeta wê bête fahmkirin. Divê ez îtiraf bikim ku di xwendina çîrokên hin nivîskaran de, ancax ez di cara duduyan de bi ser ve bûme. Ji ber ku her yek ji wan, ne bi tenê berhema hişmendiyeke hêsan e, di heman demê de ew xwediyê bîreke sîmyaciyan e. Her çîrokek bi hurgiliyên kirariya matematîkê ve nixumandî ye. Nivîskar çîrokên weha ava dikin ku ew bi xwendevanan re di nava dayinûsitendinê de ne. Ew berpirsiyariyê didin ser milên xwendevanan. Derdekî xwedevanan bi van çîrokan re çêdibe, ji xêndî wê jî divê ew tabiî kirariyan bibin. Eynî mîna jiyana rastîn.

 

Yek ji wan nivîskarên ku navbera rêzan baş bi kar tîne jî Karahan e. Di wan çîrokên Karahan de ku min bi rêya alîkariyê ew wergerandine tirkî û xwendine de diye û ez dikarim bibêjim ku dawiya serdema nûjen şahidiya hilweşîna pêşerojê dike û nivîskarî bi teknîka lezeke weha nivîsiye ku bi qasî danhilweşîna têgeha guherînê, têgeha pêşerojê jî hilweşandiye.

 

 

Di çîrokên nivîskarî de pêşêroj ji nişka ve derbasî haletê paşerojê (derbasbûyî) dibe. Ferqa di navbera do û îroj de, herî pir di çîroknivîsiya Karahan de, di navbera rêzana de derdikeve pêşberî mirovî ku ez navê zixtkirina nivîskariya sofîstîkiyê lê dikim; heta tu bibêjî ew hasas, xeydok, tevlihev û di hundirê xwe de bi awayekî ji dînamîkan vediqete ku ew bi hisên hûnandî û sitrayî dibin fikir. Bi adetî nivîskar di dinyayeke ji xeyalan avakirî rastiyeke pir vekirî li ber çavan radixe. Ya rastî, ez dikarim bibêjim ku gava ez ne ji hêla serwextbûnê, lê ji hêla maneya sade lê binêrim, nivîskar bi çavekî surrealîstî, lê di heman demê de bi hafizeyeke ku dijî, di bîra xwe de tîne û bi wî awayî dinivîse.

 

Di van çîrokan de, hêla ku herî pirî ez dilkêş kirime jî ew hêla nivîskêr e ku ew wê serbestiyê dide vebêjerên xwe ku ew li ser metnê xwedî şiûr û zanistiyeke ew qasî xurt in ku ew bikare azadiyeke bêhempa bide qahremanên xwe û ew jî li gora dilê xwe hereket bikin. Qahremanên wî mîna aqrobatan, bi awayekî azad ji navbera rêzekê derbasîî navbereke dinê dibe; hin caran ji jêr de û hin caran ji jor de, di navbera rêzan de rêwîtiyê dike. Sembol û hindav jî ji xisûsiyetên nivîskêr e ku ew gelek caran bi kar tîne. Bi vê rêyê gelek caran him vebêjer û him jî qahremanên çîrokê derdikevin derveyî matê, lê di heman demê de ew sembol û hindav hin caran bi serê xwe dewra qahremanan dilîzin.

 

Di çîroknivîsiya Karahan de têkiliya xwezayê û mirovan ji xwe re çiyekî fireh vekiriye ku bi tevayî di edebiyata kurdî de tê xuyakirin. Heger ez bibêjim ku nivîskar ji şayesên xwezayê hereket dike û ji dengê hundirîn yên qahremanên xwe re tercumaniyê dike, ez dibêjim ku ez ê şaşiyeke mezin nekim. Li vê derê divê mirov destnîşan bike ku tevneke kulturê li wechê çîrokan hatiye neqişandin. Kultura kurdî, adetên wan, mirov û xweza, mirov û ax, cûreyên însanan, sazûmana civatê bi awayekî sergirtî û bi nezaket û kubarî derdikevin pêşberî xwendevanan. Heger ez bi kinayî bibêjim, mirov dikare bibêje ku di çîroknivîsiya Karahan de anatomiya civatekê bi awayekî herî bitesîr hatiye vegotin. Ew du gotin; yanî abstrak û konkret, pênûsa nivîskarî ya bi huner, bi awayekî kubar li vê rewşê bixwedî derdikeve. Vegotinên abstrak, bi ketina destê xwendevanî re muşexis (konkret) dibin.

 

Gava ez van metnan dixwînin, ez bêhemdê xwe pirsan dikim:

Ew `Rastî`ya ku em dibêjin rastî ye, gelo kî ji me dizane?

Ma siyaset jî ne tiştekî weha ye?

 

Ji Tirkî Werger Sidar Bagasi.

 

 

ŞÎROVEYÊ LÊKE HEMÛ     DERXE SER KAXET (PRINT)

  1. Samil
    Ev Aylin Unek ki ye. Ez fehm nakim bi kurdî nizane û çîrokan bi kurdî dixwîne û anliza wan dike. Carek dibê ew bi kurdî pirr baş zanibe û divê dîroka edebiya kurdî jî baş zanibe. Ez bawer nakim ku ew zanibe romana ewil ya kurd kîjan e. Nivîsên wî hemû li ser Enwer karahan in. Çewa dibe li ser edebiyata kurdî dinivîse.
  2. Ferhat
    Ez fêm nakim... ev keçik/nivîskara kurdînezan çewa dikare edebiyata kurdî analîz bike?
Li gor min divê kurd di referandûma 12-ê îlonê de bêjin


Erê
Na
Boykot
Nizanim

  1. M. Şefîq Oncu
  2. AZIZ ALIŞ
  3. Hamid Omerî
  4. Abdullah Deveci
  5. BAWER KEVIR
  6. Yûra Nebîev
  7. Hoşeng Broka
  8. M.Şefiq Oncu
  9. Îbrahîm Guçlu
  10. Gernas Amedî
  11. Alî Fîkrî Işik
  12. Konê Reş
  13. Şakir Epözdemir
  14. Firat Cewerî
  15. Hasan Kaya
  16. Keya Îzol
  17. Mûrad A. Ciwan
  18. Mûrad Ciwan
  19. Raif Yaman
  20. Mazhar Duderî
  21. Tosinê Reşîd
  22. Salihê Kevirbirî
  23. Hesenê Dewrêş
  24. Aylin Unek
M. Şefîq Oncu

DUDILÎ

Carna mirov dudil dibe. Carna mirov du tiştên bi hev re nabin, dil dike. Ez jî îro dudil im. Qusûr be qusûr, sergêjî be sergêjî.